Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kirêgirtiyekî rejîma Îranê di Urmiyê de hat birîndar kirin

14:25 - 23 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Mensûr Cewanî xelkê gundê Nêrgê ya ser bi devera Mirgewer ku yek ji kirêgirtiyên rejîma Îslamî a Îranê ye bi dest kurê xwe hat birîndarkirin.
Li gor raporta malpera Kurdistanmedia, çend roj berî niha dest û pêwendiyekî rejîma Îranê bi navê Mensûr Cewanî kurê Resûl û xelkê gundê Nêrgê ya ser bi devera Mirgewer li Urmiyê, bi destê kurê xwe hat birîndarkirin û niha di yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê de li jêr çavedêriya pizîşkan de ye.
Di demekê de ku Mensûr hevjîna xwe daye ber lêdan û kutanê ku kurê wî derdikeve û ji aliyê kurê xwe ve bi temança ku rejîma Îslamî ya Îranê dabû wî hat birîndarkirin.

Şahîdhalekê vê meselê bi peyamnêr malpera Kurdistanmedia ragehand: Mensûr Cewanî ku yek ji caşê binav û deng yê devera Mirgewerê ye û gellek ji pêşmerg û kesên bi guneh bi destê wî hatine şehîdkirin û kuştin.

Navbirî got: Mensûr di demekê de ku li jina xwe daye ku kurê wan ji wan peyda dibe û dibîne Mensûr ji dayîka wî dide û ew jî bêsebr dibe û bavê xwe dide ber gulleyan û di encama 6 fîşekan de 1 fîşek ji wî digre û tê birîndarkirin.
Di wê pêwendiyê de bervara 29’ê Tîrmeha 2014’an, yek ji firoşyarên madeyên hişber ku bi harîkariya rejîm û dest û pêwendiyên rejîm li bajarê Bokanê ektîv bû, ji aliyê bavê xwe ve hat kuştin.
Navê firoşyarê medeyên nakotîk, Emîr Efşarî naskirî bi Xanî Mewad temen 27 salî, kurê Elî û rûniştiyê gundê Mecbûrava hatiye ragehandin ku bi lêdana tevir hatiye kuştin.