Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kirîza Îlamê berdewame/ Erdheja Mûrmûrî+ Wêne

22:12 - 26 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Kirîza li Îlamê çend qat bûye, kirîza parêzgeha Îlamê, kirîza erdhejiya wan daviyane û herwiha kirîza ku sitada kirîziyê girtiye.

Demijmêr 2 : 07 deqeyên sibêdeya roja 18’ê Tebaxa 2014’an, erdhejik bi hêza 6.1 rîşter, nahyeya Mûrmûrî di parêzgeha Îlamê de hejand.

Li we rojê heya niha piştî derbazbûna hefteyek axa Mûrmûrî û çarhawirên wê li hejînê neravestane û zêdetir ji 600 paş hejên mezin û piçûk, ew deverane hejandine.

Kirîz di nav kirîzê de û di demekê de ku lêjneya kirîzê bi xwe jî tûşî qeyranê bûye, pişkek din ji arîşe û pirsgirêkên akinciyên navçeya Mûrmûrî di parêzgeha Îlamê de ye.

Li gor rapora nûçegiehaniya rêjîmê, erdheja Îlamê tu zirarê canî tunebûye, lê zêdetit ji 500 kes birîndar bûne.

Erdheja han zirareke mezin gehandiye bi avahiyên nayeya Mûrmûrî û gundên derdor û herwiha bajarên Dêhloran, Dereşar û Bedrê.

Erdheja ku li nahyeya Mûrmûrî rû daye heta niha nêzî bi 120 milyard Tûmen zirar gehandiye wan deveran e.

Parêzgeha Îlamê gotiye: Erdheja Abadan û Dêhloranê zirar bi 18 hezar yekeyên akincî bûn, bazerganî, îdare û avahiyên wan bajaran û navçeyan û çarhawirên wan gehandiye.
Ji aliyek din we piraniya akinciyên wan bajarane aware bûne û bi sedema paş hejên mezin û piçûk akinciyên wan bajar û dveran nikarin wegerin mala xwe û şev û roj li ser şeqam û di nav kolanan de dimînin ku ew bûyere li warê tendurustî û xwarin û wexwarinê de ,bûye sedema pirsgirêk û arîşeyên rûniştiyên wan deverane.