Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kirîza kêmaviyê di Îranê de xurt dibe

16:04 - 4 Gulan 2015

Kurdistan Media: Cihgirê Wezîrê Enerjiya Îranê da zanîn ku çavkaniyên avê ji 135 milyon metroyan ve bo 110 milyon metroyên sêca daketiye.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja Yekşemî, 3ê gulana 2015`an, Cihgirê Wezîrê Enerjiya Îranê ragihand ku hevdem li gel zêdebûna nifûsa Îranê û pêşvecûna kar û pirojeyan, rêjeya bikaranîna avê li Îranê fr ji kontirolê derçûye.

Nizîk bi 4 dehsalan berî niha ve navinca barîna baranê li Îranê de ji 250 mm ve bo 240 mm daketiye û navinca salaneya avê ji 86 milyonî bi 46 milyon lîtrên sêca daketiye.

Berpirsên rejîma Îranê derheqê derxistina bêreje ya avê ragihandine ku rêjeya paşekewtên avî di Îranê de sînorê kirîzê jî derbas kirine.
Di vê pêwendiyê de şêvirmendê cihgirê yekem ê Serokomarê Îranê, roja pêncşemiya borî ragihandibû ku bi sedema mifahstandina bêreje û ji sedî 97 ya wan avên di surûştê de, ava rûbaran hatiye hişkkirin û êdî avek I xwezayê de nemaye.

Li gor raporan, kirîza kêmaviyê di Îranê de di astekî pir xirab de ye û 7 parêzgeh bi kirîza ciddî a avê û 13 parêzgehên din jî kêmaviyê re ber bi rû ne ger kirîza han bilez li Îranê de nehê çareser kirin, beşek zaf ji xelkê Îranê dê neçar bi koçberiyê bibin.

Hişkesallî, kêmavî, çandiya sunetî, hilketa coxrafiyayî a Îranê, nebûna pian û bêbernameyiya rejîma Îranê derheq pirsa avê, neparastin û karîgeriyên nerênî li ser av û rûbaran, befir barîna kêm li çend salên derbasbûyî û …hwd bûne sedem ku welatê Îranê hevrîşê kirîza avê bibe.