Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kirîza kêmiya av li Urmiyê/ Ava wexwarina 199 gund hatine cîrbendî kirin

21:58 - 23 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Bi hejmarkirina cîrbendî a 199 gundên Urmiyê, hejmara gundên ku di wê parêzgehê de tûşî kêmiya av dibin, gihîşte 307 gundan.

Nûçeguhanên hundirî Îranê li devê kompanyaya ava Urmiyê bilav kir, rêjeya kêmbûna ava wexwarinê li gundên Urmiyê 398 lîtir di saneyekê de zêde kiriye û di meha Tebaxa sala borî hejmara gundanên ku ligel pirsgirika kêmiya avê rûderû bûne, gihîşte 307 gundan.

Kêmasiyên zaf û nebûna av li 600 gundên parêzgeha Sine ku digîje %36 hemû gundan li gorê de ye û xelkê wan deveran tûşî kîrazê kiriye.

Karzanên wî warî li ser wê bawerê ne ku kirîza avê bo pêrenegiştin û xemsariya berpirsên rejîm li salên borî digerîn in.

Çêkirina bendav bi awayeke berfireh, çêkirina avbendên cur ba cur, kurkirina bîrên avê ji aliyê kesên ser bi rejîm bi yasay dewlet, mifah wenegirtin ji kanalên sitandard yên gehandina av û kêmiya pirojeyên avedanîkirin, ji sedemên kêmî û nebûna av di Kurdistanê de ye.