Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kirmanşan li doxekî ewlehî da ye/ Hêzên rejîma Îranê li Hewramanê bi bê rawestan di malê hevwelatiyan de lêgerînê dikin

13:32 - 12 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: liv û tevgera hêze nîzamî yên rejîmê li Kirmanşanê dest pêkiriye û ew hêzên rejîmê bi hêceta komkirina mahwareyan, li nav malê hevwelatiyên devera Hewramanê de lêgerînê dikin û nav malên wan tevlîhev dikin.
Li gor nûçeyên gehiştî bi malpera kurdistanmedia, roja Duşemiyê 10’ê Çileya Pêşîn a 2012’an de hêza “Agahî” a bajarê Sewlawa û hêzên Întizamî yên pasigaha Dizlê, rijiyane nav gundê “Derekê” li devera Hewraman û li ser melê çandîn hevwilatiyên vî gundî bi armancên curbicur lêgerîn pêk anîn.
Bi gotina hevwelatiyekî gundê Derekê, hêzên rejîmê rojane daxwaza hevkariyê ji xelkê vî gundî û bi taybet dukandaran û bazariyan dikin, lê ew daxwaz ji aliyê xelkê vê deverê ve hatiye retkirin.
Her wiha binkeya hêzên Întizamî l “Dizlê” bi bilavkirina jimare telefona pasigahê dawa ji xelkê kir, ku heke hereketek bi guman dîtin, wan haydar bikin.
9’ê Çileya Pêşîn a 2012’an li bajarê “Nodşe” li parêzgeha Kirmanşanê, hêza Întizamî li çarçoveya bêhurmetîkirina bi hevwilatiyan dest kirin bi komkirina dîşên mahwareyan û bi bê îzna yasayî li malê çendîn hevwelatiyan lêgerîn pêk anîn.