Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kiwêstan Qehreman: Di sala 1988’an de, ez û malabata xwe, û xelkê bajarê Helebçê ketin ber kîmiyabaranê

14:34 - 9 Çirriya pêşîn 2016

H: Arif Vêlzî

Di nava ewraz û nişîvên şoreşa pir ji xwîn ya Kurd û Kurdistanê de di sedsala derbzabûyî de, berdewam gelê me ji aliyê her çar welatên dagîrker ve hatiye qir kirin, lê bi vî halî jî dayîkên Kurdistanê ji erkên xwe yên dayîkane berdewam bûne û em dibînin ku, çiqas rind e, di nava jiyana şoreşê de serbarê hemû kêmasiyan, zarok bi awayekî tên perwerdekirin ku, weke nifşa pêşerojê û birêveberên Kurdistana azad, tên hesibandin.

Kiwêstan Qehreman yek ji wan şêre jin û dayîkên Kurdistanê ye ku, serbarê hemû êş û elem û awareyî û destengiya di nava tevgera rizgarîxwaziya Kurdistana Rijhilat bi rêberiya PDKÎ de, kariye ku bi awayekî herî baş, erkên xwe yên hizbî û hevjînî û dayîkatiyê birêve bibe û weke jineke serfiraz û serkewtî, di nava tevger û malbata xwe de, xwedî derkeve.

Kwêstan Qehreman Keyxosrew ya naskirî bi Kwêstan Mistefayî, keça Qehreman, berwarê 5’ê Newroza sala 1344’an a Rojî (1965), li gundê Hawar a ser bi bajarê Helebçê hatiye dinê.

Kiwêstan Qehreman kariye ku here xwendingehê û qonaxên xwendinê heya wergirtina bawerînameya Dîplomê bidawî bîne û niha ji di xwendingeha “Rojhilat” de, ku xwendingeha Kempa Azadî ya ser bi PDKÎ’ê ye, karsaz e.

Kiwêstan Qehreman derheq bi nasyariya tevî PDKÎ di çaxê xwe de dibêje ku: “ Sala 1986’an pêşmerge û hêzên PDKÎ li derdora gundê me baregehên xwe ava kiribûn û çalakî dimeşandin,eva jî bûye sedem ku ez PDKÎ ku partiyeke xebatkar yê Kurdistana Rijhilat e, ji nêzîk ve bibînim û nas bikim”.

Kiwêstan Qehreman herweha derheq bi jiyana xwe ya hevpar dibêje ku: “Di roja 27’ê heyva Befranbar a sala 1369’an a Rojî, li “Bêşê” ku cihê akincîbûna Melbenda Şomal û Hêza Agirî ya PDKÎ bû, min digel Teymûr Mistefayî ku berpirsê wî çaxî yê melbend û hêza navbirî bû, jiyana hevpar ava kir û tevlî jiyan û xebata di nava refên Hizba Demokrat bûm”.

Jine xebatkara Demokrat Kwêstan Qehreman derheq bi berhema jiyana xwe ya hevpar digel Teymûr Mistefayî ku niha Endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ ye dibêje ku: “ Berhema jiyana min digel Teymûr Mistefayî 2 kur û keçek in. Zarokê me yê yekemîn kurek e bi navê Agirî ku sala 1370’ê li “Bêşê” hatiye dinê û niha xwdî bawerînameya Master li “Biznês”ê ye û akinciyê Hewlera serbajarê Herêma Kurdistanê ye, zaroka me ya Duhemîn keça me Aşîtî ye ku sala 1371’an a Rojî li “Ênzê” ya ser bi çiyayên Qendîlê hatiye dinê û xwediyê bawerînameya Bekaloryos e li “Endaziyariya Petrolê” û akinciyê bajarê Hewlêrê ye. Zarokê me yê Sêhemîn Diyar e ku sala 1377’an li bajarê Koyê hatiye dinê û îsal di taqîkariya Diplomê de pişikdarî kir û liser asta bajarê Koyê bi pileya yekemîn biser ket”.

Kiwêstan Qehreman herweha derheq bi çavnihêriya xwe ji PDKÎ û hevjînê we dibêje: “Çavnihêriya min ji PDKÎ û hevjînê xwe eva ye ku, heya gehîştina bi armancên gelê Kurd, û di pêxema bidestxistina azadî û serbixweyîya Kurdistanê de, rêbaza pîroz ya Demokratê bidomînin û bernedin”.

Jine şoreşvan a qada xebata Rojhilatê Kwêstan Qehreman roja herî xweş a jiyana xwe ji Agiriyê re weha bas dike: “Roja herî xweş a jiyana min ew roj bû ku, rêberê gelê me Dr.Şerefkendî ez û hevjînê min Teymûr li “Bolê”, bo xwarineke Êwarî mêhvan kirin, jiber ku eva yekemîn car bû ku min ew rêberê mezin yê gelê xwe ji nêzîk ve didît, û eva jî bo min şanaziyeke mezin bû û tu carî wî mêhvaniyê jibîr nakim”.

Kwêstan Qehreman herweha roja herî nexweş a jiyana xwe jî weha tîne ziman: “Roja herî nexweş a jiyana min, roja kîmiyabarana bajarê Helebçê bû di sala 1988’an de, jiber ku ez û malabata min û xelkê bajarê Helebçê ketin ber kîmiyabaranê, û bi hezaran kes xelkê sivîl û bê tawan hatine kuştin”.

Kiwêstan Qehreman di dawiyê de rû li dayîk û keç û jinên Kurdistanê dike û bi vê gotinê dawiyê bi hevpeyvîna xwe digel rojnameya Agirî tîne: “Ez daxwazê ji jin û keç û dayîkên Kurdistanê dikim ku piştevanê hevjînên xwe yên pêşmerge bin û hekî bikarin bixwe jî tevlî refên Hizba Demokratê bin, di pêxema azadî û serbestiya Kurdistanê de, herweha hewla pêgehandin û perwerdekirina serdemiyane ya zarokên xwe bidin bi ruhekî Kurdane, da ku bikarin nifşekî perwerde bikin û di pêşerojê de xizmetkarê gel û welatê xwe bin”.