Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koça davî a Helweda helbestvanekî naskirî yê Kurdistanê

15:55 - 14 Şibat 2017

Kurdistanmedia: Roja Duşemiyê 25’ê Rêbendana 1395’an, helbestvanekî dilsoz yê Kurd bi navê Mamosta “Resûl Reş Ehmedî” naskirî bi “Helweda” di bajarê edîbperwer ê ser bi Mehabadê koça davî kir.

Navbirî kesekî binavûdeng û di nav xelkê navçeyê de, dihate hezkirin.

“Helweda” di destpêkê de, di aliyê helbest, û nivîskariyê de bihêz bû, û gellek çîrok û şanoname pêşkêşî edebiyat û zimanê Kurdî kirine.

Şaroçkeyî Şadî, Xezêneyî Bize, Şikoyî Evîn û Berxole , ji berhemên wî tekoşerê Edebî yê Kurd in.

Resûl Reşehmedî cuda ji karê helbestvaniyê, mamostayê Xanenişîn bûye.

Wî helbestvanê kurd çend berhemên din amade kiribûn, ku bi sebeba nebûyîna hevkariyê nekariye belav bike.

Termê navbirî di nav girseya xelkê Mehabadê, di 26’ê Rêbendanê de, di kêleka navîskar û edîbên din yên Kurd di wî bajarî de bi axê hate spartin.

Komîsyona Ragihandinê ya PDKÎ, sersaxiyê li xelkê welatparêz yê Mehabadê û civaka edebî a Kurdistanê dike.