Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koça dawî a qutabiyekî din a bûyera Şînawê

12:36 - 29 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Qutabiyek din bi navê Sariya Resûl Zade ku di bûyera agirgirtina debistana gundê “Şînawê”şewitî bû, can xwe ji dest da.
Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, Sariya Resûl Zade temen 10 salî û xwendevanê pola çar a seretayî a debistana Şînawê, seba şewata zaf, canê xwe ji dest da.

Roja 5’ê Çileya Pêşîn a 2012’an,(15/9/1391) seba teqîna sûbeyekî petrolê, 37 qutabîyên pola çar a seretayî ya dibistana gundê “Şînawê” a bajarê Pîranşehrê bûne qurbanî.

Heya niha du qutabî seba şewata zûr canê xwe ji dest dane.

Hejmarek ji qutabiyên şewitî, seba rewşa xirab a saxlemîyê jibo nexweşxaneyên din ên Îranê hatine şandin.

Heya niha 3 qutabî bi navên Emîne , Semîra Meirofî û Mubîne jibo nexweşxaneyên bajarê Meşhedê hatine şandin.