Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolber û kasibkarên ser sinûrên Merîwanê, dest bi gireva birçîbûnê kirin

14:30 - 25 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Seba zext û givaşa berpirsiyarên bazarça ser sinûr a “Pîran”ê kolber û kasibkarên pişkek ber çav ji gundê ser bi bajarê Merîwanê, dest dane bi gireva birçîbûnê.
Kolber û kasibkarên xelkê gundên “Nêy, Dertifê, Serdoş, Dega Şêxan û Ser Nijmar” nerazîbûna xwe derheq zext û givaşa berpirsiyarên rejîmê jibo xelkê ser sinûran û bi taybetî xelkê Merîwanê,anin zimên.

ligor zaniyariyên malpera Kurpa ê, berpirsiyarên bazarça ser sinûr a “Pîran”ê bêhurmetî bi kolber û kasibkarên ser sinûr kirine.

Hêzên Nîzamî ên rejîma Îranê, kolber û kasibkarên ser sinûran dikene amanca goleyên xwe û cane van ji wan distinin.