Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolber yan kolneder

21:32 - 6 Gulan 2018

Mukiryan

Di Kurdistana bellalêdayî li jêr siya rejîma kevneperest ya axûndî de dabînkirina nanê rojane bo jiyaneke nemir û nejî bûye hunere mezin, îca hekî ji riya şerafetmendane û dûr ji êşa dizî û xirabiy be, wekî mu`icizeya serdem lê tê nihêrîn.

Di bingeh de baskirina ji diyardeyeke wekî kolberiyê û hejmarkirina wê wekî pîşeyekê bo mirov bo peydakirina nan wekî destpêkîtirîn hewcehiyên jiyanê karekî şaş e, di bingeh de hekî em wisa danên ku kolberî azad e û rejîm jî tu giriftekê bo koberan çê nake, dibe ku xebata me bo nehêlana wê diyardeyê çirr bibe, û hevdem hawara me bo wekî mirov lênihrîna hemû wan kesan be ku li jêr siya Komara Îslamî de diçewsin.

Di bingeh de çima rejîm hewl dide ku xelkê Îranê bi giştî û xelkê Kurdistanê bi taybetî biçewsîne, û wan birçî ragire?

Bi kêmekê têfikirînê bersiva pirsê bi sanahî ve dest dikeve, rejîmeke kevneperest wekî rejîma Îranê ku pêkhateya dewleta wê ji komek xelkê nexwendewar û çavnebar û paşvemayî di warê fikrî, rizî di warê civakî de, û dijîxelkî pêk tîne, û hilbijartin û danîna piraniya herî zaf ya vê heykela îdarî di destê xelkê de nine, û bi giştî ji aliyê deshilata rejîmê ve tê danîn. Û heta hekî carekê jî ji caran kesayetiyek ji aliyê xelkê ve bê hilbijartin û bê şandin bo parleman yan cihekî din ya îdarî ya rejîmê, xwe di nav xwe de tu deshilatek tunabe, û tenê bo xapandina raya giştî ya xelkê ye, û bi berçav bi cîhanê nîşan bidin ku gotina Îran welatekî xwedî yasa û hilbijartinê ye, û xelk ji riya nûnerên xwe ve welat bi rê ve dibin, tenê rastiya civaka Îran û Kurdistanê nîşana vê ye ku bi rastî ji sedî sed xelk û deshilat digel hev bîhanî ne, û rejîm li dijî berjewendiya xelkê Îran û Kurdistanê rawestaye, û zortir rengê dagîrkereke bêrehm dide, ku bo demek berwext hatiye, û dixwaze samana welat talan bike.

Eva ku li hemû kunc û aliyên welat de hinek xemxorî ji aliyê xelk yan wî xelkê ve têne dîtin, yan hinek pêşkevtin di çend warên cuda cuda de têne gorê, eva hewl û berxwedana xelkê ye li hember kevneperestiya rejîmê, û bi tu awayî pêwendiya wê bi rejîmê ve nine.

Lewra gellek asyaî ye ku deshilateke paşvemayî li warê siyasî û civakî û aborî de qet naxwaze ku xelkekî zîrek û xwedî bîrokeyên baş û bişiyan di warê siyasî û …hwd, bê ser kar, û deshilatê bi dest ve bigre, yan rejîm bi xwe bîne ser kar, jiber ku rohn û eşkere ye ku hizra kevn û paşkevtî nikare li deshilatdariyê de bi ser hizra nû û vegeşiyayî de serkeve.

Bi lênihêrîn bi ser taybetmendiyên vê rejîmê yek ji paşmayîtirîn û kevneperestirîn deshilatên cîhanê ye, ku beşer di dîroka xwe de dîtiye, ku bi navê dîn rewawyiyê bide hemû taybetmendiyên dijîmirovî ên xwe.

Lewra hekî di çend welatên paremayî ên din mafyaya aborî yan siyasî tê dîtin, di rejîma Îslamî de mafyaya dînî û mesebî jî heye, ku rasterast yan nerasterast hinek xelk hişyarane yan berevajî ketine ticareta kirîn û firotina dîn û ayîn. Rejîm jî bi rêxweşkirin bo vê fikrê berdewamiyê dide deshilata biyom ya xwe, û her kes û aliyek yan netewyeke li dijî vê fikr û şêwazê ji hikûmetê raweste, bi şêweya herî dirindane û hovane wê bê cezakirin.

Lê bo çi wisa li neteweya Kurd kerb divebe, ku zext û givaşan li ser Kurdistanê çendîn hember zêde dike, û heta hewldan bo bidestveanîna mafên destpêkî ên jiyanê jî digel astengiyan berbirû dibe, û çima neteweya Kurd bi giştî wisa ketiye ber zexta tund û tîjî û kerb û kîna rejîma Îslamiya Îranê?

Dîsan bersiva pirsyarê gellek bi sanahî:

Neteweya Kurd bi dirêjahiya dîrokê selimandiye ku azadîxwaz e, û heza ber bi pêşveçûnê heye, û baweriya wê bi ferzkirina tu neteweyekê û ayînekê bi ser gelên din de nîne, û baweriya bi demokrasiyetê û mafê mirovan heye, û ew hinda ku ji desta hatibe, li hemberî kevneperestiyê sekiniye.
Her bi vê xwezayê ve, rejîma Îslamî jî ji dîtingha neteweya Kurd ve rejîmeke kevneperest û dagîrker e, lewra her ji destpêka hatina ser kar ya axûndan ku (axûndan bi mifahwergitin ji dîn û bi yarmetiya destê derekî karîn dest bi ser berhema xebata xelkê Îranê de bigrin) li dijî sîstema Komara Îslamî sekinî, û beşdarî li referandoma rewayîdana bi Komara Îslamî de nekir, û pê wa bû ku pênaseya weha bo deshilatdariya welatekî çend netewe û çend ayîn wekî Îranê şaş e, û rê ji bo dîktatoriyeteke din xweş dike, û dibe sedema çewsandian xelkê cudahizr û pêşkevtî. Lewra kerb û kîna rejîma Îslamî li gelê Kurd heya niha jî berdewam e, ji aliyekî din ve xelkê Kurdistanê selimandiye ku serbarê hemû çewsandinekê dîsan serî bo kevneperestiya rejîma Îslamî û tu rejîmeke din natewîne.

Di heyama çil salan dagîrkariya rejîma Îranê de, wê rejîmê nekariye ku di warê fikrî û îdeolojiyê de pêgeha xwe di kurdisatnê de veke, û xelkê Kurdistanê bi hizra azadîxwaziyê û berxwedanê bi şêwazên curbicur ên serdem li dijî deshilata rejîmê sekinîne, û heya ku nivşa nû ya Kurdistanê li gellek ji tawanên rejîmê li salên berê de (wekî êrîşa li ser Kurdistanê bo fitwaya dînî û şewitandin û talan gund û bajarên kurdistanê û komkujiya xelkê medenî û …hwd) û gellek tiştên wisa bi çav nedîtiye, lê dîsan ku amade nîne ku bikeve qedeman, û pêdagir e li ser daxwazên xwe ên rewa.

Rojane em dibînin ku çendîn genc û pîr li riya bidestxistina nan jiyana xwe gorî dikin û dibin şehîdên riya serbestbûnê, lewra bi rastî vê bîrokeyê rejîm be`ecandiye û bi hemû şêweyekê dixwaze ku zext û givaşa zortir bixe ser xelkê kurdistanê, û daxistina riyên kolberiyê ên ser sînor li rastaya vê siyasetê de ye.

Di rastî de dibe ku em serê hurmet û kurnûjê bo hemû wan kesa btewînin, ku berxwedêrane li hember rejîmê de sekinîne.

Bi rastî ew kolber nînin, belkû kolneder in, û beşek in ji gelê Kurdistanê ku îradeyeke bihêz wan heye ku li pişt vê îradeyê fikreke kûr û bêninî heye, ku ji taybetmendiyên gelê Kurd in.

Rejîma Îranê di heyama 20 salan ragirtina xebata çekdarî de, derfeteke baş bo çareseriya pirsa Kurd li pêşiya xwe hebû, lê me dît ku hebûna pêşmerge tenê hêcet e, û ew rejîm di bingeh de baweriya wê bi çareseriya kêşeyên xelkê Kurd bi tu awayekî nine.

Tenê palpişt û hêvî û dilgermiya xelkê hizb in lê bi yekgirtinê. Navneda Hevkariya Hêzên Rojhilatî bi lêdvan û rakêşana bala civaka navdewletî dikare alîkarê kolberan be, lewra çavên xelkê Kurdistanê li hevahengiya zêdetir ya weyên rêzdar e.