Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberek din li Tirgewer ji aliyê Sipaha Pasdaran ve hat kuştin

13:37 - 8 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Di encama destrêja hêzên Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê ji karwanek kolber û kasibkarên devera Tirgewer, xortek 22 salî canê xwe ji dest da.


Li gor nûçeyê gihîşît malpera Kurdistanmedia, duh Sêşemî berwar 7’ê Tebaxa 2012’an, hêzên Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê avêtin ser karwanek kolber û kasibkarên devera Tirgewer a Urmiyê û di encama destrêja rasterast a wan hêzan de, xortek bi navê “Salih” kurê “Cibrail” temen 22 salî, xelkê gundê “Solîn”a devera “Şipîran”ê canê xwe ji dest da. “Salih” xortê 22 salî xelkê gundê “Solîn”a “Şipîran”ê ji bo kasibiya ser sînor li devera “Tirgewer” cihgîr bibû.
Li gor çavkaniyê hêzên rejîmê dest bi ser pirraniya bar û alavên wan de girtiye û beşek ji wan jî revîne.
Heya amadekirina vî nûçeyî, cenazeyê “Salih” di destên hêzên Sipahê de ye û radestî malbata wî nekirine.
Hêjayî gotinê ye ku di Buhara îsal de xelkê kêmdahat yê devera Şipîranê ji bo kasibiya ser sînor hatibûne devera Tirgewer, û rejîma Îranê jî ji bo ku fitneyekê bixe nava xelkê wê deverê de, daxwaz ji xelkê Tirgewer kiribû ku ger xelkê deverên din li Tirgewer derxin, eva îzna kasibiya ser sînor dê bi wan bihê dayîn.
Berbi 67’mîn salvegerî damezirandina PDK Îranê