Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberek Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat birîndarkirin

15:06 - 10 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Seba teqeya rasterast a hêzên rejîma Îranê ji karwanek kolber û kasibkarên devera Tirgewer, kesek birîndar bû.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, şeva 8’ li ser 9’ê Hezîrana 2012’an, karwanek kolber û kasibkarên gundê “Enbê”yê ser bi devera Tirgewera Urmiyê ket kemîna hêzên rejîma Îranê û di encama destrêja rasterast a wan hêzan de kasibkarek bi navê “Ferdîn Îsamedarî” kurê “Şêrelî” birîndar bû.
Li gor rapora han “Ferdîn” bi birîndarî rakirine nexweşxaneyek Turkiyê û heya gihîştina vî nûçeyî ji rewwşa navbirî tu zanyariyek di berdest de tune ye.
Di destpêka Buhara îsal de heya niha pêtirî 10 kolber û kasibkar li ser sînorên Kurdistanê hatine kuştin ku pirraniya wan bi sedema teqeya rasterrast a hêzên rejîma Îranê bûne û hin ji wan jî seba sermayê canê xwe ji dest dane.
Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê