Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî Kurd li devera Banê hat kuştin

18:46 - 23 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia: Li dirêjahiya kuştina kolberên Kurd, li devera sînorê Banê kolberek bi teqeya hêzên nîzamiyê Îranê hat kuştin.
Roja 21’ê Çileya Paşîn a 2013’an hêzên Leşkerî ên rejîmê li ser sînorê Banê û cihek bi navê “Çoma Çûş”ê teqe li komek kolberan kirin û li encam de kolberek bi navê “Sabir Altûn” kurê Celal tê kuştin.
Sabir Altûn temen 17 salî xelkê gundê “Nemcê”a devera Pîran a ser bi Pîranşehrê bi teqa hêzên Leşkerî ên rejîma Îslamî a Îranê canê xwe ji dest da.
Ajansa nûçegehaniya Kurdpa bilav kir, heya bilavbûna vê nûçê termê vî kolberê li nexweşxana bajarê Banê de hatiye ragirtin û radestî malbata wî nehatiye kirin.
Li gor amara tomarkirî li nawenda amara malpera Kurdistanmeida, li meha Cileya Pêşîn a 2013’an de, 8 kolber û kasibkar ên Kurd bi tqeya rastewxwe a hêzên rejîmê hatine kuştin û birîndar bûne.
Li koma giştî a ew amarê kolberek hetiye kuştin û 7 jî birîndar bûne.