Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Îslamî û pêşerojek reş

14:44 - 11 Kanûna pêşîn 2012

Pêyxam Hişmetî

Di 10`ê Xakelêweya 1358`ê de, Komara Îslamî ket ber refrandoma ne demokratîk û ne azad ku têde û li gor îdea û gotina rayedaran ji sedî 98.2`ê beşdaran deng dan vê sîstemê û bi vî awayî pergala desthilatdar li ser Îranê ji Şahenşahî ve bi Komara Îslamî hat guhertin. Ezmûna tehl a ferzkirina Komara Îslamî bi ser gelên Îranê di sala 1980`î de ji aliyê Xomeynî derxist holê ku ji nava referandomek ne azad de dikare şekl û metoda herî dîktator derkeve.

Piştî demekê Qanûna Bingehîn a Komara Îslamî kete ber rapirsiya giştî û hat pejirandin. Li gor Qanûna Bingehîn a Îranê, divê ``esl û bingehên Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê li ser bingeha cumhuriyet û îslamiyetê bihatibana avakirin, cumhuriyet ango heman deng û îradeya xelkê di rêvebirina kar û barên welat û îslamiyet bi wateya guncandina qanûnan li gor ola Îslamê. Lê ne eva ku Weliyê Feqîh (nayîb û wekîlê temam) bibe bingeha Komara Îslamî ya Îranê û bi baweriya hinek Şîeyan di dema nebûn û xeybeta Îmamê xayîb, Feqîh li gor mercan wek Weliyê Feqîh erkên wî Îmamê di xeybetê de rêve bibe.

Ev bîrdozî ji aliyê Xomeynî ve ket berbas û proje û bîrdoziyên şibê wê di berhemên oldarên din de jî tên xuyakirin. Lê bi rastî di bin sîvana bîrdoziya `Welayeta Feqîh` de, dema xwe Xomeynî û niha jî Xameneyî bûne astengên herî mezin ên tevgera azadîxwaziya neteweyên Îranê.

`Weliyê Feqîh` ku Serokê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê ye, rayedarê yekem û herî bihêz ê welat tê hesibandin û hemû rêveberiya welat di destê wî û di bin çavdêriya wî de tên rêvebirin û li jêr çend dezgeh û saziyên olî hene ku endamên wê hemû ji aliyê wî ve tên destnîşankirin! Biryar bû li Komara Îslamî de hemû partiyên siyasî serbest bin, ji xeynî ku heman salê hemû partiyên siyasî yên demokrat, sekolar û çepgir hatin qedexekirin, heta partiyên Îslamîst ên qanûnî jî ku hinek rexneyên biçûk ji desthilata `Weliyê Feqîh` girtin, hatin qedexekirin.

Biryar bû desthilata rêvebirinê di nav sê dezgehan de bê parvekirin, lê niha her sê dezgehên rêveberiya Îranê bûne saziyên bê kêr û liqên bîroya rêberê olî. Her zû îradeya neteweya Fars bi ser hemû neteweyên Îranê hat ferz û serdestkirin û hemû qadên hikûmetê cewhera îdeolojîka olî li xwe girtin û heta niha jî her bi vî awayî dimeşe. Cewhera etnîkî ya wan Farisî be û hemû pêkhateya civakê li ser zimanê Farisî bê xapandin û rêvebirin, di rewşekê de ku tenê ji sedî 30`î nifûsa Îranê pêk tînin. Ango kêmaniyek biçûk li ser pirraniyek mezin hat ferzkirin.

Şoreşa sala 1979`an a neteweyên Îranê bi keda şoreşger û azadîxwazan serket, lê komek kesan hemû destkevtên şoreşê qorix kirin. Piştî serkevtina şoreşa gelên Îranê, desthilatdarên Komara Îslamî du riyan zêdetir pêşiya xwe nedidîtin. Yan Bi tebahî ligel xelkê têhniyê azadî û dijî dîktatoriyê bersivderê xwestek û daxwazên azadîxwazane û demokratîk ên gelên Îranê be û wekhevî û azadiyan di nav civakê de bimeşîne yan dest bi qirkirin, tundûtûjî, îşkence û îdamkirina di nav civak û girtîgehan de bide. Bêguman wan desthilatdarên hov û kevneperest rêya duyemîn hilbijartin û her ew jî li wan dihat çaverêkirin.

Hemû desthilat û biryarên welat di destê Xameneyî de ne. Divê hemû karbidest peyrew û derwêşên wî bin, tu dijberek qanûnî û aştîxwaz jî napejirîne. Sîstem bi tevahî mîlîtarîze û dîktatorîze bûye. Her dengek nerazî û dijber tê fetisandin, rejîma Îranê bûye dijberek mezin a azadiyan. Civaka sivîl tu rolek di rêveberiyê de nine. Her cure meş û tevgerek sivîl û aştîxwazane jî ligel qirkirinê rûbirû dibe. Tenê dengek heye ku ev jî yê îdeolojiya rejîma desthilatdar e û bes. Îran bi siya vê hikûmetê bûye yek ji welatên cîhanê ku ne wekhevî û cudahiyan li hemberî gelên wî welatî pêk tîne û maf û azadiyên wan binpê dike.

Komara Îslamî nikare guhertinan di xwe de pêk bîne û tenê hêza xwe daye ser kuştin, darvekirin û xof û geflêxwarinê. Demokrasî eslek cuda û dûr e ji vê hikûmetê û bêhna wê jî ji vê sîstemê nayê. Çanda siyasî ya îdeolojîk sîber daye ser hemû welat û tu xeberek ji demokrasî, tolerans û sîstemek modern tune ye. Binpêkirina mafê mirov êdî bûye beşek ne cudakirî ji pêkhateya vê rejîmê ku ligel konvansyon û peymannameyên navneteweyî bi tu awayî lihev nayên. Piştevanê hêz û aliyên terorîst e û bi eşkere terora siyasî kiriye û dimeşîne. Bingeha aloziyên li herêmê ye û ji ber siyasetên xwe yên şerxwazane niha ligel dorpêç û boykotên herî xurt ên dîplomatîk û aborî di wan salî borî de rûbirû ye.

Êdî ne dema berê ye ku karîn gelên Îranê bixapînin, asta xwendewarî û zaniyariyên hevwelatiyan jorde çûne û bi rêya masmedyayê û alavên curbicur ên peywendiyan her roj tevnên civakê nêzîk hev dibin û sînor ji nav diçin. Xebat bo ji holê rakirina vê sîstema olî û dîktator hevdem ku programa opozîsyona demokrat û şoreşger e, hêvî û xwesteka pirraniya xelkê Îranê û nemaze ciwanan e. Sîstemek ku pirraniya ciwanan wê nexwazin û bi dijmin û sebebê paşdemayîna xwe bizanin û red bikin tu encamek ji xeynî nemanê nabe. Çareser jî Îranek demokratîk û federal e ku xwestekên hemû gelan têde were dabînkirin.