Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Îslamiya Îran û gefên medyayî bo ser Tirkiyê

13:13 - 3 Kanûna pêşîn 2014

Bi dirêjahiya dîrokê dijminên Kurd û bi taybetî welatên dagîrker ên Kurdistanê û yek ji wan dewleta Tirkiyê hewla serkutkirina Kurdan dane, û ji tu cure helwkê ji bo helandina şûnasa Kurdan xemsarî nekirine.

Bi sedema berdewamiya Kurdan li ser xebatê hewla şovînî ya neyarên Kurd, bûye bilqa ser avê û niha jî pirsa Kurd, bi taybetî başûra Kurdistanê wekî mînaka demokrasiyeke serkevtî di Rojhilata Navîn de bûye cihê giringîdana welatên Rojava û faktereke giring e li ser asta herêmê.

Ew hemû bi taybetî ektîvbûna tevgera azadîxwaziya Kurd di bakûra Kurdistanê roj bi roj paşvekêşê bi siyaseta serkutkerane ya Tirkiyê li hemberî doza Kurdan de kiriye, û piştî hatina AKP’ê bo ser deshilatê, siyaseta wan li hemberî Kurdan de, guherîneke bingehîn bi ser de hatiye, bi awayekî ku niha hewlê ji bo çareseriya pirsa Kurd ji riya aştîxwazane ve tê dayîn, û pêwendiyên wan bi Herêma Kurdistanê re ketiye nav qonaxeke giring û dîrokî de. Lewra Tirkiye wekî faktereke giring di herêmê de danûstandinê bi Herêma Kurdistanê re dike.

Serbarê vê jî çûna pêşmerge bo şerê li dijî DAÎŞ’ê bo nav xaka bakûra Kurdistanê de, bo alîkariya birayên xwe ên Kurd li Kobanê, û çareserkirina birîndarên şervanên YPG’ê di nexweşxaneyên Tirkiyê de, û herwisa alîkariya hemû aliyane digel awareyên Rojava rastiya van pirsan bi eşkereyî derdixe.

Lewra siyaseta Tirkiyê ya niha li hemberî pirsa Kurd de, û giringîdana wî welatî bi herêma Kurdistanê bûye sedema vê ku Komara Îslamiya Îranê wekî yek ji welatên dagîrkar ên Kurdistanê hestiyariyeke zêdetir jêre çê bibe, û dijkiryarên armancdar ji xwe nîşan bide.

Bi taybetî di dema derbazbûyî de ragehandinên ser bi rejîma Îranê, û hevalbendên wê li jêr siyaseteke armancdar de, xwe wekî dilsojê Kurd nîşan didin û berdewam êrîşî ser Tirkiyê dikin, û wekî alîkarê girûpa terorîstiya DAÎŞ û dijminê Kurd li Rojava têne hesibandin, û herwisa tê tawanbarkirin ku wan şerê di navbera DAÎŞ û Kurdan de çê kiriye.

Di meşên wan dawiyane yên rojhilata Kurdistanê de, ji bo piştevaniya ji berxwadana Kobanê, Komara Îslamiya Îranê hewl da ku ji riya dest û pêwendiyên xwe ve rasteriya diruşm û armancên meşên wan li dijî dewleta Tirkiyê biguhere, lê xelkê hişyar ên Kurdistanê cardin nehêlan ku rejîm armancên xwe yên bi merem bipêke û bi gotina diruşmên “Tehran hevalbendê DAÎŞ e, û ji Îlam heya Kobanê Kurdistan e”, pîlanên rejîmê pûç kirin.

Ew hewlên rejîmê di demekê de ne ku zêdetir ji sê dehikan e ku bixwe berdewam di hewla asîmîlekirina Kurdên Rojhilata Kurdistanê de bûye, û bi dehan kiryarên terorîstî di asta herêm û welatên Rojava de bi rêve birine, û bûye tirsa herî mezin li ser aştiya herêm û cîhanê.

Komara Îslamiya Îranê bi sedema destêwerdan û têkdana aramiya herêman, û palpiştiya girûpên wekî Hizbullaha Lubnan, Hemas û ...hwd, bûye cihê nîgeraniya hemû pêkhateyên herêmê.

Rejîma terorîstperwer ya Komara Îslamiya Îranê dixwaze ku bi vê siyasetê pîlanên xwe bi armanca jinavbirina tevgera rizgarîxwazane ya Kurd li Rojavaya Kurdistanê û têkdana rewşa aborî û tenahiya Herêma Kurdistanê bi awayekî pilandarêtî bi rêve bibe.

Di demekê de ku beşeke berçav ji xaka Îraqê bi sedema siyaseta şikestxwarî ya Malikî bû, ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve dest bi ser de hate girtin, û gefên vê girûpê rû li Bexdayê û dewleta Malikî bû, û hevdem pirsa serbixweyiya Kurdistanê bibû rojeva medyayan, û Herêma Kurdistanê xwe ji bo birêvebirina kernevala serbixweyiya Kurdistanê amade dikir, berpirsyarên rejîma Îranê berdewam li dijî serbixweyiya Kurdistanê diaxivîn, û ji riya fermanderê mezin yê terorîstan Qasim Silêmanî ve bera êrîşa DAÎŞ’ê bo ser Kurdistanê guherîn, da ku ji vê riyê ve, bikarin ku hem zextên navxweyî û derekî yên li ser deshilata Malikî kêm bikin, û hem jî bi têkdana rewşa ewlehiya Kurdistanê pirsa serbixweyiya Kurdistanê bike bilqa ser avê, û bi vê hêcetê hêzên xwe li beşek ji xaka Kurdistan û Îraqê de cihgir bike, da ku her demekê bi hewce zanî, bikare pêşiya geşekirina Kurdistanê bigre.

Ji aliyekî din ve Îran bi guherîna şerê DAÎŞ’ê ber bi Herêma Kurdistanê, û bi taybetî Kobanê, xwast ku zexta li ser Beşar Esed kêm bike, û biparêze.

Di heman demê de bi êrşîa medyayî bo ser Tirkiyê şer û dijminatiyê di navbera gelê Kurd û hikûmeta Tirkiyê de çê bike, û piroseya çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd di vî welatî de ji riya xwe derxîne.