Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Îslamiya Îranê û leyîza bi karta tekfîriyan

18:48 - 12 Adar 2014

Rojman

Bûyera Septambera 2001’an û êrîşa rêkxirawa cîhadî ya Elqaîdeyê bo ser binke û binyatên Amerîkayê di nav xaka wî welatî de, destpêka qonaxeke nû di hevkêşeyên navneteweyî, û heya guhertina gellek têgeh û mijaran bû.

Herçend ku lîstina bi karta îslama siyasî, û binajoxwaziya Îslamî, mijar û diyarokeke nû nine, û heta Komara Îslamî bixwe jî, yek ji encamên wê lîstikê ye, û di çarçoveya paradayma şerê sar û têza kembera kesk ya Rojava li dewra Yekîtiya Soviyeta pêşîn de, çê bû.

Di heyama aliyê kêm sê dehikên derbazbûyî de, gellek welat di asta cîhanî û herêma Rojhilata Navîn de, girûpên cîhadî û tekfîrî bo berjewendiyên xwe û guherînkariya di hevkêşeyan de bi kar anîn. Bo mînak Pakistan, Erebistan û ...hwd. Di vir de xala giring û cihê heyrîmanê beşdariya Îranê di vê lîstikê de ye. Piştî bûyera 11’ê Septamberê û hestkirina Komara Îslamiya Îranê bi guhertina hevkêşeyên herêmê, û encamên vê pirsê, pêwendiya Hikûmeta Îslamî ya Îranê û Elqaîdeyê, û tayên tekfîrî ên wê rêkxirawê, guhertin bi ser de tê, û di rastî de, ew du alî serbarê vê ku kêşeyên kûr ên îdeolojîkî (bîrdozî) di nava wan de hebûn, bi sedema hebûna metirsî û berjewendiya hevpar hevalbendiyan pêk tînin. Komara Îslamiya Îranê di hevalbendiyê de armancên curbicur dişopîne, û hewil dide ku pitansiyela cîhada tekfîrî ya Sunî ji faza metirsiyê ve bike derfet bo berjewendiyên deshilata xwe ya Şîe. Beşek ji wan armancan pêk hatibûn ji:

-Bikaranîna Elqaîde û tayên wê, di şerê ne rasterast a leşkerî di gel Rojava û pêkana berjewendiyên Rojava.

-Nifûzkirina di nava qewareya rêkxistina wê tevgerê, û kontrol û xemilandina wan di çarçoveya pîlanên Komara Îslamî de.

-Guhertina zanyariyan di gel bereya dijî terorê û heta danûstandina di gel mohreyên Elqaîdeyê di demên hewce de, û beşdariya bi berçav û xapînok li şerê li dijî terorê de.

-Bikaranîna karta zextê ya cîhadiyan bona wergirtina poanan ji Rojava li ser pirsa destpêregihîştina bi çeka navikî.

-Berbirûkirina projeya Rojhilata Mezin û bakûra Afrîqayê bi têkçûnê re, ku ji aliyê dewleta wê demê ya Amerîkayê ve wekî xerîteya guhertinan hatibû ragehandin.

Lewra me dît ku piştî şerê Efxanistan û Îraqê eşkere bû ku Komara Îslamiya Îranê, çawan Elqaîde û hevalbendên xwe bo berjewendiyên xwe bi kar aniye. Fazeke nû ya vê lîstika Komara Îslamî bi karta girûpên terorîstî, piştî Buhara Erebî dest pê dike, û bi taybetî di şerê navxweyî yê Sûriyê de, û hewla xelkê wî welatî bo hiloşandina rejîma Beşar Esed, ku hewla rejîmê digihîje kopka xwe di vê fazê de. Hikûmeta Îslamiya Îranê vêca bi rasterêkirina pitansiyela girûpên cîhadî ên destçêkirî, û li jêr çavdêriya xwe de, bo nav şerê navxwe yê Sûriyê, parastina rejîma Beşar Esed û berjewendiyên xwe kire armanc.

Di rastî de Komara Îslamiya Îranê karî ku carek din van girûpan, di çarçoveya komeke pîlanên xwe de bi kar bîne ku pêk hatibûn ji:
-Guherîna rûşikê sekolar-demokratîk ya xelk û opozisyona Sûriyê, bo rûçikek binajoxwaz a Îslamî û terorîstî, ku ew yek niha gefê li berjewendiya Rojava û welatên herêmê dixwe.
-Pêkanîna şer di navbera wan girûpan û opozisyona rejîma Beşar Esed, û vekirina çendîn bereyên şer bi qazanca rejîma Sûriyê.
- Xapandina bîrûraya giştî ya cîhanê ji guhertinan, û nîşandana vê ku bedîla rejîma Sûriyê, û her guhertineke din, binajoxwaziya Îslama Sunî ye, û vegeşîna hêzên terorîstî lê dikeve.
Di vê derheqê de heta Komara Îslamiya Îranê di hewla vê yekê de bû ku Kurdan di Kurdistana Rojava de jî, bi şerekî bi vî awayî re berbirû bike, û bi darêtina sînaryoya komkujiyê, û livandina hesta giştî ya xelkê Kurdistanê bereyeke din ya şer bi qazanca rejîma Beşar Esed veke, û di vê navberê de jî derfeta neteweya Kurd, bo gihîştina bi mafên xwe ji dest derxîne. Lê bi xweşî ve bi hûrbînî û hestkirina bi berpirsatiya part û aliyên Kurdî di hemû parên Kurdistanê de, û pêkanîna lêjneya lêkolîna meydanî ya taybet ji aliyê Desteya Amadekar ya Kongireya Neteweyî ya Kurd, ew pîlan di gel têkçûnê berbirû bû.
Niha Komara Îslamiya Îranê bi yarîkirina bi karta girûpa DAÎŞ û di navçeyên Sunîakincî ên Îraq û herêma Kurdistana Başûr bo alozkirina rewşê û girtina masiyan ji vê ava şêlû, di hewleke gellek micid de ye, û rasterast dezgehên ewlekariya rejîmê û bi taybetî hêza Quds ya Sipaha Pasdaran di vê derheqê de kar dike.
Lê ew yarîkirina tenê bo derveyî Îranê nine, belkû Koamara Îslamî di hewla vê yekê de ye ku karta Elqaîdeyê û girûpên tekfîrî bo sinaryoya rejîmê di navxwe ya welat û bi taybetî di herêmên Belûçistan û Kurdistnê bi kar bîne.
Şaho Ferazmend