Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûn û xwenîşandanên nerazîbûn ên tax û qatên cuda yên civakê di çendîn bajarên Îranê de berdewam in

17:27 - 17 Gulan 2022

Hevdem digel nerazîbûnên li ser şeqaman û xwenîşandana xelkê, girevgirtina tax û qatên cuda li piraniya bajaran de berdewam in.

Roja Duşemî 16`ê Gulanê di bajarê Tehranê de hejmarek ji ajotvanên “Kompaniya Otobûsraniya Tehranê” li derheq dehan pirsgirêkan bitaybet kêmbûna mûçeyan, nerazîbûna xwe anîn ziman û li ber deriyê îdareya navendî ya vê kompaniyê kombûn lidar xistin.

Ajotvanan daxwaza lipeyketina aliyên peywendîdar bona  çareserkirina daxwazkariyên xwe kirine.

Herwisa di hemen rojê de kedkarên girêbestî ên kompaniya Neft û Gaz a “Harûn û Marûn” li derheq xerabiya rewşa jiyana xwe û şêwaza karkirinê, li ber deriyê avahiya navendî a “Deverên Nefta Başur” bi qîrandina siloganan, kombûna nerazîbûnê lidar xistin.

Hevdem digel birêveçûna wan nerazîbûnan, kombûn û xwenîşandana malnişînkiriyên Îdareya Dabînkirina Civakî di bajarên weke, “Îlam, Tewrêz, Ehwaz, Erak, Meşhed, Îsfehan û çendîn bajarên din  de bi rê ve çûn.