Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komeleya Zehmetkêş ên Kurdistanê seredana Deftera Siyasî a PDK Îranê kir

22:37 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Heyetek Komeleya Zehmetkêş ên Kurdistanê seredana Deftyera Siyasî a PDK îranê kir û ji aliyê heyetek PDK Îranê bi serperestiya birêz “Mistefa Hicrî” Sekreterê Giştî ve hat pêşvazîkirin.


Li gor rapora nûçegihanê Kurdistanmedia, berwar 25’ê Tîrmeha 2012’an, heyetek Komeleya Zehmetkêş ên Kurdiostanê bi serperestiya birêz “Umer Îlxanîzade” Sekreterê Giştî yê wê partiyê, seredana Deftera Siyasî a PDK Îranê kir û ji aliyê heyetek partiyê ve bi serperestiya birêz Mistefa Hicrî Sekreterê Giştî yê partiyê ve hat pêşvazîkirin.
Di rûniştina han de li ser guhertinên vê dawiyê ên dever û Îranê, çawaniya jihev nêzîkbûn û hevdengiya aliyên Kurdistana Îranê û pirsên pêwendîdar ên Kurdistan û Îranê dan û sitandin kirin û her yek ji wan aliyan bîr û boçûnên xwe di vê pêwendiyê de derxistin holê.
Herweha her du aliyan bi liberçavgirtina pirsên pêwendîdar ên Kurdistan û deverê li ser pirsên çarenivîssaz ên Kurd û hewcehiya hevkarî û hevdengiya aliyên Kurdistana Îranê û vedîtina rêçareyan hevra bûn.