Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîteya Hevkarîya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî jibo piştwanî ji Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê

12:44 - 11 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Komîteya Hevkarîya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî: Em piştgirê Pêşmergeyên Kurdistanê ne.

Deqa Daxuyaniyê ku bi destê Kurdistanmedia’ê, gehîştiya ku li jêr tê:
Daxuyanî jibo rayagiştî:

Hevwelatiyên hêja,

Artêşa Îraqê di van demên dawîn de, bi navê ”Operasyona Hêzên Dicle”, bi çekên giran yên cengê, bi mebesta dagîrkirina Kerkûk û navçeyên veqetetandî, êrîş biriye ser axa Kurdistanê.

Roxandina rejîma Baasa faşîst û cîbicîkirina sîstema federalî hêvî û umîdekê da miletê kurd ku êdî dê li azadî, prensîbên demokrasiyê, mafên miletê kurd û yên hemû kêmneteweyên Îraqê rêz bête girtin û ev maf û azadî careke din ji aliyê hikûmetên merkezî ve neyên înkar û binpêkirin.

Lê mixabin, hikûmeta Îraqê, mada 140 û hemû peymanên di navbera hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Îraqê de û qanûna bingehîn ya Îraqa Federal ku cîh daye mafê miletê kurd û yên hemû kêmneteweyên îraqê, bi awayekî hovane binpê dike û êrîş biriye ser xaka Kurdistanê.

Ev desthilatdariya êrîşker dijminayetiya xwe ya li dijî miletê kurdwek dijminayetiya di navbera du miletan de dide nîşandan û bi vî hawayê nîjadperestî, dixwaze kêşeyên siyasî bi hêza leşkerî çareser bike. Siyaseta kurdistanî jiberê ve û heta niha, siyaseta birayetiya milet û gelên Îraqê ye.

Em wekhêzên siyasî daxwaz dikin ku evkêşe bi guftûgo û bi riyên siyasî bête çareserkirin û xwînneyêrijandin. Jiber ku kêşeyên siyasî ne bi şerr, tindî û tîjî, bi diyalog û tedbîrên siyasî dihên çareserkirin. Şerr, ne di berjewendiyê gelên Îraqê de ye.

Li gor qanûna bingehîn ya Îraqa Federal, mafê pêşmergeyê Kurdistanê ye ku destkeftiyên miletê xwe yên netewî, azadiya milet, demokrasiyê, axa Kurdistanê, berjewendiyên netewî, jiyan û malê hevwelatiyên xwebiparêze.

Em wek Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku nûnerayetiya 27 partiyên siyasî yên herçarbeşên Kurdistanê dike, li dijêvêêrîşê ne û bi hemû hêz û îmkanênxwe ve piştgiriya pêşmergeyên Kurdistanê dikin.

Herweha embangî hemû hevwelatiyên xwe dikin ku yekdest bin û ewjî, ji bo parastina berjewendiyên netewî û jiyana xelkên Kurdistanê piştgiriya pêşmergeyên Kurdistanê bikin.

06.12.2012
Komîteya Hevkarîya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê