Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komkirina mahwareyan li gundek devera Newsûdê

16:22 - 9 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Li gundek devera Newsûdê li parêzgeha Kirmaşanê, hêzên rejîma Îranê bi armanca komkirina dezgehên mahwareyan êrîş kirin ser hevwelatiyan, lê berbirûyê dijkiryara hevwelatiyan bûneve.


Li gir rapora Kurdistanmedia, berwar 8’ê Îlona 2012’an, hêzên nîtizamî ên Kelannteriya 13’a bajarê Newsûdê, êrîş kirin ser guhndê “Teşar” û tevî ecizkirin û bêhumetî bi xelkê wî gundî, dest bi ser çendîn dezgehên mahwareyî de girtin.
Hêzên rejîma Îranê di vê kiryarê de berbirûyê dijkiryar û nerazîtiya xelkê gundê “Teşar”ê bûn û bi neçarî ew gund bicih hiştin.
Pêla komkirina dezgehên mahwareyî di deverên Kurdistana Îranê de bi awayek xurt dimeşe û rejîm bi wan kiryaran dixwaze pêşî ji gihîştina zanyariyên rast bi xelkê bigre.

20\'emîn Salvegera terora Dr. Şerefkendî û Hevelên wî