Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komkujiya xelkê Hema ji aliyê rejîma Esed ve

14:23 - 7 Hezîran 2012

Kurdistanmedia:Di êrîşek nîzamî de çekdarên rejîma Esed bo ser du gundên parêzgeha Hema, 86 hevwelatî bûn gorî.
Dijberên rejîma Sûriyê ragihandine ku kêmî ve 86 kes ji xelkê du gundên derdora Parêzgeha Hema yê ku pirranî jin û zarok bûne, bi destên hêzên rejîma Beşar Esed hatine kuştin.
Televîzyona dewletî a rejîma Sûrıyê komkujiya han xist sitûyê dijberan û ragihand ku ew komkujî karê “terorîstan” bûye.
Li gor komîteya Hevagengî a Deverî ku ji hemarek çalakan pêk hatiye, amaje bi komkujiya han kiriye û di bêje kuştiyên han li gundê “Elqubeyr” bi gulleyan û herweha bi kêran hatine kuştin ku 35 kes ji malbatekê ne.
Li gor malpera “BBC”, pêtirî 20 kesan jin û pêtirî 20 ji wan jî zarok in.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê