
Kurdistanmedia: Kongereya Amerîkayê bi dengên zêde ya kongereyê biryarnameyek li derheq nifşkujiya Ermeniyan ya sala 1915`an ji aliyê Tirkiyê ve pejirand.
Kongereya Amerîkayê roja Sêşemî 7`ê Xezelwerê, biryarnameyek pêka dengê zêde ya kongereyê pejirand û jenosîda Ermeniyan di sedeya borî de wekî nifşkujî bi fermî dane zanîn.
Ew biryarnameye ku bi 405 dengê erê û 11 dengê dijber hate pejirandin, û daxwaz ji dewleta Amerîkayê kirine ku wî nifşkujiyê bi fermî bidine naskirin.
Li gorî dîrokzanan dewleta Osmanî di sala 1915`an de, piştî şerê cîhanî yê Yekê, li Tirkiyê û Kurdistanê di navbera salên 1915 û 1923`an de herî kêm milyonek û nîm Ermenî ji aliyê Impratoriya Osmanî ve hetine kuştin.
Tê gotin di 24`ê Nîsana 1915`an de dewleta Osmanî dest bi “komkujiya neteweya Ermenî” kir û lewma 24`ê Nîsanê wekî “roja jenosîda Ermeniyan” tê naskirin û ev yek heya niha ji aliyê gelek welatên Ewropayê ve jî, bi awayekî fermî hatiye naskirin.