Kora Şêwirmendîya Çalakvanên Medenî yên Yarisanê, kuştina kasibkarên Belûç li Sîstan û Belûçistanê û kolberan li Kurdistanê şermizar kir.
Kora Şêwirmendîya Çalakvanên Medenî yên Yarisan bi şermizarkirina kuştina kasibkarên Beluç li “Sîstan û Belûçistanê” û kolberên Kurd li “Kurdistanê” rû li karbidestên rejîma Îranê got: “Ev birsîtî û hejariya ku niha li Sîstan û Belûçistan û Kurdistanê û bi giştî bi ser tev xelkê Îranê de hatiye, encama siyasetên nekarame û belavkirina gendeliya we ye.
Kora Şêwirmendîya Çalakvanên Medenî yên Yarisan di beşek din a wê daxuyanê de gotiye ku, em daxwaza ragirtina tundûtîjî û cudatîdanîn li dijî xelkê bê penah ên Îranê dikin û em daxwazê dikin ku sebebkarên wan kiryaranene bêne cezadan û herwisa em daxwzê dikin ku siyasetekê bi rê ve bibin ku ew hejarî û cudatîdanan li deverên bêpar û piştguhxistî û bi taybet Sîstan û Belûçistan û Kurdistanê nemîne.