Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kudistana Rojhelat jî ji bo Kobanê rabû ser pêyan

14:39 - 11 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Welatiyên Kurd yên Rojhelat li piraniya bajarên Kurdistanê, ji bo destek dayîn bi Kobanê meşên hêminane lidarxist in.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Pênşemî 9’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, welatiyên Kurd yên bajarên Seqiz, Pawe û Urmiye, xwepêşandan lidarxistin.

Raport radigehînin ku li Urmiyê û hindik bajarên din yên Kurdistanê, rejîma Îranê astengî ji bo birêve birina meşan çêkirin û muhleta lidarxistina çalakiyan neda bi hemwelatiyan.

Meş û bajarê Urmiyê, roja Pênşemî 9’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an ,bo piştîwanî kirin ji Kobanê û şermizarkirina çeteyên DAÎŞ’ê, li Parka “ToxmêMurxî” û “Şehreka Ferhengyan” a wî bajarî, bi rêve çû.

Li heman raportê de hatiye ku hêzên ewlehî yên rejîma Îslamiya Îranê, bi Gaza firmêsk rêj bersiva meşa bajarê Merîwanê dan û her wisa çen hemwelatî binçav kirine.

Sine, Merîwan, Serdeşt, Bokan, Ciwanro û piranya bajarên Kurdistana Rojhelat, bi durişmên cur bi cur, xwepêşandan bo destek dan bi Kobanê li darxistin.

Her li vê peywendiyê de rêû resmek li Kirmanşanê di çarçoweya çalakiya Medenî de, bi armanca piştîwanî kirin li Kobanê li hola taxa “Kiranaçê ” hat encam dan.

Herwih li Mihabad û Rebetê jî rêpîwan hebûn û gel bi siloganên “Heya Kurdek hebe Kobanê her heye” û “Bijî Kobanê ” kiriyarên terorîstiyên DAÎŞ’ê şermizar kirin.

Di wê pêwendiyê de di bajarê Kurdistana Rojhelatê de bi sedema bi birêve birina wan xwepêşandane dehan kes hetine girtin û piştî lêpirsîn û lêkolînê hinek ji wan hatine berdan.

Her di vê pêwendiyê de Partiya Demokrata Kurdistana Îranê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê derheq bi rewşa ne baş a Kobanê, daxûyaniyek hevpar bilavkirin.

Deqa daxûyaniyê bi vî awayî ye:

Herwek agehdar in, di heyama derbazbûyî de, terorîstên girûpa naskirî bi DAÎŞ’ê êrîşeke berfireh kirin ser bajarê Kobanê, û di encamê de dehan hezar kes ji tirsa komkujiya terorîstan de aware bûn, û niha di rewşeke ne baş de jiyanê dikin, û ji aliyekî din ve ciwanên têkoşer û hêzên xebatkar ên akincî li Kobanê di hemberî vê êrîşa hovane de, dest dane bergiriyeke cesûrane, û di şerekî ne beramber de, bi îmkanatên herî kêm berevaniyê ji beşek ji xak û xelkê Kurdistanê dikin.

Hevdem di gel vê, daxwaza me ji civaka cîhanî eva ye ku bi hawara xelkê Kobanê de herin, her di vê derheqê de jî em daxwazê ji xelkê mafxwaz ê Kurdistanê dikin ku herwek di derbazbûyî de alîkarê beşên Kurdistanê bûn di demên lêqewmanê de, vê care jî bi helwesteke neteweyî ji riyên guncaw, nerizayetiya xwe di hemberî van serkutan eşkere bikin, û piştevaniyê ji daxwaziyên xelkê Kobanê bikin.

Herwisa hewce ye ku Kurdên derveyî welat erkên xwe yên neteweyî û nîştimanî bi cî bînin, û bi meşên nerazîbûnê bi awayên cur bi cur, hem piştevaniya xwe ji xelkê Kobanê eşkere bikin, û hem jî bibin sedema piştgiriya civaka navneteweyî ji xelkê Kobanê.

Di vê derheqê de nabe em ji bîr bikin ku Komara Îslamiya Îranê jî tu ferq û cudahiyek di gel DAÎŞ’ê nine, û bi sala ye ku xelkê Kurdistanê serkut dike, û di vê qonaxê de dixwaze ku bîrûraya xelkê bixapîne, û wisa nîşan bide ku dostê Kurd û dijminê terorîstên DAÎŞ’ê ye, di demekê de pêkhatina vê rewşê bi sedema destêwerdanên Komara Îslamiya Îranê di Sûriyê de, û piştevanîkirina wê ji rejîma Beşar Esed û terorîstên din di herêmê de bû, lewra dibe Komara Îslamiya Îranê jî her wek girûpa DAÎŞ’ê û terorîstên din bê şermezarkirin.