Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kur û bavek li Mehbadê bi hepsê hatin mehkûmkirin

21:18 - 21 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Du hevwelatiyên Mehabadê ji aliyê dadgeha Înqilaba Îslamî a girtîgeha wî bajarî bi hepsê hatin mehkûmkirin.


Li gor rapora nûçegihaniya “Mukriyan”ê, hevwelatiyek bajarê Mehabdê binavê “Mihemedemîn Qadirzade” ji aliyê dadgeha Înqilab a Îslamî a wî bajarî ve bi hepsê hat mehkûmkirin. Li gor rapora han, Qadirzade ku heyamê 7 mehan e di girtîgheha Mehabadê de hepsî ye, bi tometa ewlehiyê bi 4 salan hepsê hat mehkûmkirin.
Herweha li gor hemen çavkaniyê “Zanyar Qadirzade” kurê “Mihemedemîn Qadirzade” jî ji aliytê taya yek a dadgeha Înailaba Îslamî a Mehabadê ve salek û nîv hukmê girtîgehê biser de hat sepandin.
Rapora han bas ji vê yekê dike ku Zanyar Qadirzade ji aliyê dadgeha Înqilaba Îslamnî a Mehabadê ve bi sê salan hepsê hatibû mehkûmkirin, ku hukmê han di dadgeha pêdeçûnê a Azerbaycana Rojavayê ve bi salek û nîv hat kimkirin.
Hêjayî gitinê ye ku Zanyar berê jî heyamê sê mehan di destbisergehê de bûye û bi dana rehîna 60 Milyon Tûmenî serbest hatibû berdan.
Zanyar niha di girtîgeha Mehabadê de heymê hukmê xwe derbas dike.