Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurd divêt bi hişyarî tev bigerin

22:03 - 22 Nîsan 2012

Şehab Xalidî
Konferansa dostên Sûriyê çend rojan berî niha bi bê beşdariya Kurdan, û bi beşdariya 83 welatên cîhanê li Turkiyê de birêve çû. Di vê konferansê de cuda ji vê ku Civata Nîştimaniya Sûriyê wek yek ji nûnerên fermî ên xelkê Sûriyê hate pejirandin, berpirsyarên Civata Nîştimanî a Sûriyê ragehandin ku ew dê alîkariya madî bidne wan çekdarên ku bi rejîma Beşar re şer dikin, û ew alîkarî wê wek heqdestê mehane be. Dana hiqûq bi wan leşkerên ku ji erteşa Sûriyê diveqetin jî yek ji wan xalên baskirî bû.
Herçend ku di vê konferansê de bas ji demokrasî û wekheviyê li navbera tewaya pêkhateyê Sûriyê de hate kirin, lê bas ji qebûlkirina Otonomiyê wek mafê çarenûsê ji bo Kurdan nehate kirin. Eva jî di demekê de ye, ku di konferansa dostên Sûriyê ya heyamekê berî niha di Tûnisê de ku bi beşdariya zêdetir ji 70 welatan birêve çûbû, Xelyon bas ji nasnameya Kurdan û qebûlkirina mafê wan ê netewî jî kiribû. Lê heyamekê piştî wê, dîsan di civîna Civata Nîştimaniya Sûriyê ya li Stenbolê ku çend roj berî konferansa Stenbolê hatibû girtin de, dîsan bas ji mafê Kurdan nehatibû kirin û li encam de Kurdên beşdar civîn bi cih hêlabûn.
Lewra bangnekirina Kurdan bo konferansa Stenbolê û basnekirina ji qebûlkirina mafê Kurdan wek mafê çarenûsê di çarçoveya herêmek otonom de, û her car helwsetgirtinek ne zelal û cuda ji aliyê ENS’ê ve, ji aliyê siyasetvan û şarezayên pirsa Sûriyê ve şirove û xwendinên cuda li ser hate kirin.
Hinek ji wan şarezayan ser vê bawerê ne ku ew konferans ku konferansek fermî û pirr giring û çarenûssaz di warê diyarîkirina sîstema pêşerojê ya Sûriyeya nû de bû, divêt Kurd wek neteweyek sereke di Sûriyê de ku xwediyê xak, ziman û dîroka xwe di Sûriyê de ne, bo konferansê bihatiban bangkirin, û dîsan li ser wan helwestên ku li konferansa Tunisê de derheq Kurdan girtibûn pêdagirî kiriban, lê bangnekirna wan bo konferansek weha giring mirov dixe nava şik û gumanan de, ku vê carê jî neyarên Kurdan ên bi bandor di van civîn û konferansan de dixwazin peymana Lozanê ducarî bikin. Lewra Kurd divêt bi hişyarî tev bigerin, kûr bifikirin û û wan pîlanan pûç û bê bandor bikin.
Hinek ji siyasetvanên Sorî herweha ser vê bawerê ne ku bangnekirina Kurdan bo vê civînê û basnekirina ji pirsa Kurd girêdayî fikir û hizra şovînîstî ya beşdarên di Civata Nîştimaniya Sûriyê de ye, ku niha jî di sedsala 21’an de bawerî bi hizra yek netewe û yek ala û yek zimanî hene, û heke ew bibin deshilatdar, wê dîsan Kurd bê maf bimîne,
Lê serbarê vê hizra şovenî, ji ber ku endamên Civata Nîştimaniya Sûriyê di vê qonaxa hestyar de hewcehî bi beşdariya tev hêz û aliyên siyasî ên Sûriyê di şoreşê de hene, û bangnekirina Kurdan ne di berjewendiya şoreşê de ye, lewra jî roja piştî konferansê cuda ji vê ku Hîlarî Kilînton bi serokê ENKS’ê re telefonî axivî û tekez li ser mafê Kurdan kir, Xelyon jî di civîna piştî bidawîhatina konferansê de pêdagirî li ser helwestên xwe ên pêşîn derheq qebûlkirina mafê Kurdan kir.
Di vê qonaxa hestyar de, li hemberî wan hemî helwestên cuda cuda, ne zelal û dij bi yek de, Kurd jî divêt bi siyastek aqilane û yekgirtinek bihêz li ser bingeha berjewediyên netewî bi dûr ji berjewendiyên teng ên hizbî tekoşînê bikin, û ji vê hewcehiya Ereban bi hêza Kurdan bo bileztirkirina şoreşê li Sûriyê de, mifayê bistînin, û bi vî awayî pirsa Kurd ne tenê li asta herêmî belkû di asta navnetewî de jî bêxne qonaxa çareseriyê, û bi vî awayî dawiyê bi wan hemû êş û azaran bînin ku gelê Kurd di vê beşa Kurdistana li jêr deshilata hikumetên dîktator di vê herêmê bi ser de hatiye, ji ber ku Kurdên me di vê beşê de hêjayî rizgarî û azadiya yekcarî ne.