Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurd Li Sûriya

14:56 - 23 Tebax 2012

Mo’itesem Nûranî

Kurdistana Sûriyê yan herêmên kurdakincî yên Sûriyê ji hêla giringî û pêgeha stratejîkî a xwe ve, dikewe Bakurê Rojhilata Sûriyayê û li sê parêzgehên Heseke (Cizîr), Reqe û Helebê pêk tê ku beşa herî zaf dikewe herêma Mizopotamiya’yê, anku navbera du rûbarên mezin ên Dîcle û Firatê. Serbarê wê ku Rejîma Beis ji aliyê avedankirinê ve tu giringiyek bi Rojavayê Kurdistanê nedaye, belkî başek berçav ji kurdên wê jî veguhastine û haşayê ji bûna kurdan dike. Herêmên kurdî ji aliyê jêrxana abûrî ve, bi av, petrol û çavkaniyên binerd û herweha geştiyarî, cotyarî û ajeldariyê ve ji hemû deverên Sûriyê dewlemendtir e. Bi tenê li Parêzgeha Hesekê de, çavkaniya petrolê heye ku di rojê de 375 hezar bermîlên petrolê berhem tîne.


Niha bi xweşî be bajarên Heseke, Qamîşlo, Serê kanî, Amûde, Dêrik, Kobanî, Efrîn û gelek bajarên din ku piraniya akinciyên wan kurdin bi destê kurdan tên îdarekirin. Kurd %15 a heşîmeta Sûriyê pêk tînin. Kurd bi salane ji aliyê hikûmeta Beis ve ji mafên xwe ên netewî hatine bêparkirin û pitir ji 500 hezar kurd di wî welatî de xwedî nasname nînin û mafê kirîn û firotina erd û awahî û … nebûne û ji hemû hewcehiyên jiyanê û xedematên dermanî, saxlemî û nemaze mafê wergirtina pasportê jî bêpar bûne.

Kurdan mafê xwendina bi zimanê xwe yê dayikî nînin. Mafê derxistina rojname û kovar û ragihandinên din bi zimanê kurdî nînin, li tewahiya herêmên kurd akincî de zanîngehek nine.

Dewleta Sûriye ber bi herifîne ve diçe û gelek bi zehmet dikare carek din weke rejîmek bihêz û di bin deshilatek nawendî de xwe bigire. Çûnkî şerê navxweyî niha jêrxana abûriya welat wêran kiriyê û rejîm pir lawaz bûye.

Kurdên Sûriyê beşek ji mezintirîn grûpa netewî ên bêdewlet in ku derfetek baş bi wan re hatiye pêş bo avakirina sîstemek xwebirêvebriyê li jêr her navek guncaw de pêka rewşa îroyîn a Sûriyê. Kurdên Sûriyayê hewil didin ku qewareyek siyasî ava bikin, çûnkî hesta netewî ya kurdan bi taybetî başûr û Bakûr handerê wan e, lê asteng û pirsgirêka ser riya wan, pêdagiriya dewleta Turk e li hember avakirina dewleta Kurdî li Sûriyê de. Ji hêla din ve jî kêşe û pirsgirêkên navbera Kurdên rojava bi xwe de ye. Lê divê tewahiya rêxistin û aliyên siyasî ên kurd weke Encûmena Nîştîmanî a Kurd û Encûmena Gel a Kurdî li Sûriyê de berjewendiyên gelê kurd pitir berçav bigirin heya kêşeyên navxweyî serî hil nedin.

Her çend bi xweşî ve di çend mehên derbasbûyî de birêz Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê bi xwe li Bajarê Hewlêrê, tewahiya alî û partiyên siyasî ên kurd li Sûriyê gazî Hewlêrê kirin û daxwaz ji wan kir ku rêzê ji hevdu bigirin û piştewaniyê ji hevdu bikin û bihevre kar bikin ji bo avakirina birêveberiyek navxweyî a hevgirtî û Encûmena Bala ya Kurd ava bikin. Bi xweşî ve heya astek baş piraniya aliyan razî bûn û pêşwazî ji vê pêşniyazê kirin û niha karên îdarî li bajarên kurdî de bi awayek baş birêve diçe.

Herçend turkiye gelek nîgeran e, ji ber ku pêşeroja kurdên Sûriyê bandorê dixe ser şêwazê dewleta dahatî a ku li Sûriyayê de dê bê avakirin. Herweha çarenivîsa kurdên Sûriyê bandor û tesîra xwe ji sînûrên wî welatî derbas dike û di niha de nîşanên vê yekê xwe derdixin holê. Kurdê Sûriyê mifah ji aloziyên navxweyî wergirtine û kar dikin daku herêmek otonomî weke ya birayên xwe li başûrê kurdistanê de ava bikin.

Dewleta Tirk pir nîgeranê PKK’ê ye ku ji sînûrê rojavayê kurdistanê ve bi dijî wan çalakiyên leşkirî encamp bide. Lewma dibe PKK jî hest bi berpirsatiyê bike û tu hêcetekê nede destê Turkiyê ku dexaletê li rojavayê kurdistanê de bikin û dest bixine nava kar û barên kurdan de.