Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdek bû Serokê Encumena Nîştimanî a Sûriyê

13:40 - 10 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Encumena Nîştimanî a Sûriyê ku eslîtirîn girûpa dijberên rejîma wî welatî ye, di hilbijartinekê de çalakê Kurd “Ebdullbasit Seyda” weke Serok diyarî kir.
Hilbijatina Encumena Nîştimanî a Sûriyê roja Şemî li Turkiyê birêve çû. Ji destpêka karê wê encumenê de heya niha Burhan Xelyon Serokatî dikir, lê heyamek berî niha mavbirî îstifa kir û niha pêde Kurdek bi navê “Ebdullbasit Seyda” ku çalakek siyasî ye Serokatiya Encumena Nîştimanî a Sûriyê dike.
Seyda Serokê nû yê Encumena Nîştimanî a Sûriyê di axaftinekê li gel “BBC” de gotiye ku dixwaze hin guhertinan di encumenê de pêk bîne û hewla wî ev e ku gişt girûpên dijberî rejmê yekgirtî bike.
Encumena Nîştimanî a Sûriyê girîngtirîn girûpa dijberî dewleta Sûriyê ye, lê girûpa han seba pirsgirêkên hundirê xwe û nebûna pêwendiyên baş li gel girûpên din ên dijberî rejêma Esed, ketiye ber rexneyan.
Komkujiyek din li Sûriyê
Rejîma Beşar Esed duh roja Şemî, di hin bajarên Sûriyê de pêtirî 80 kesî kuştin, ku pêtirîn ji wan kuştiyan li bajrê “Dera”yê bûne.
Li gor gotina çavdêrên Mafên Mirovan li Sûriyê, heya niha pêtirî 13400 kesên medenî di 15 mehên derbasbûyî di nerazîtiyên xelkê Sûriyê de ji aliyê rejîma Beşar Esed ve hatine kuştin.
Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê