Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdên Rojava rêkkevtina Hewlêrê cih bi cih nekirine

14:31 - 1 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Berpirsek Partiya Yekîtî a Kurd, ragihandiye ku seba zalbûna partiyek Rojavayê Kurdistanê ku bi gefa sîlah birêvebirî girtiye destê xwe, rêkkevtina Hewlêrê cih bi cih nebûye.


Hesen Salih Endamê Heyeta Siyasî a Partiya Yekîtî a Kurd, bi nûçegihaniya Peyamnêr ragihandiye ku rêkkevtinanmeya Hewlêrê di nava partiyên Kurdî ên Rojhilatê de bi destpêşxeriyê birêz “Mesûd Barzanî” roj bi roj cihê nigeraniyê ye, çimku take partiyek ku bi gefa sîlah birêveberî girtiye destê xwe, û xalên rêkkevtinnameyê birêbve nabe. Lewma ew li serkirdayetiya Herêma Kurdistanê dixwazin ku ji bo cih bi cihkirina xalên rêkkevtinnameyê ku di berjewendiya gelê me de ye, kar bikin.
Hesen Salih di warê rewşa bûyerên Sûriyê de jî got: Di destpêk de deverên Kurdî di rewşek baş de bûn, lê seba pevçûnên Erteşa Azad a Sûriyê û Erteşa rejîma Sûriyê, şewat û xurek bi awayek nerewa giran bûye.
Navbirî zêde kir ku seba bûyeran, hejamrek zêde a malbatlên Kurd ên Sûriyê rû li Herêma Kurdistanê û Ewropa kirine.