Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdên Sûriyê lihev kirin\\ Balyozê Sûriyê li Îraqê tevlî şoreşa xelkê bû

14:59 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Piştî çar rojan bas û civîn, duh êwarê bi serperestiya birêz “Mesûd Barzanî” her du hêzên sereke ên Kurdên Sûriyê, Encumena Nîştimanî a Kurdên Sûriyê û Encumena Gelê Rojavaya Kurditanê gihîştin rêkkevtinê ku bi hevre ji bo bicihanîna mafên Kurd yek helwest bin.


Endamê Encumena Nîştimanî a Kurd li Sûriyê ji radyoya Peyamnêr re ragihand ku du aliyên sereke ên Kurdên Sûriyê gihîştin rêkkevtinê ku êrîşên ragihandinê li dijî hev rabigrin û di gişt hewl û çalakiyan de yek deng û hevhelwest bin.
Kurdên Sûriyê di vê lihevkirinê de rêkkevtin ku Desteya Bilind a Kurd ava bibe ku ji sê heyetên Ewlehî, Xizmetguzarî û Pêwendiyên Derve pêk bê, û endamên her du encumenan bi hevre di wê desteyê de kar dikin û bi vê yekê jî metirsî li ser netewa Kurd li Sûriyê namîne.
Balyozê Sûriyê li Îraqê ji rejîma Esed veqetiya


Yekemîn dîplomatê paye bilind yê rejîma Sûriyê ji vê rejêmê veqetiya û tevlî şoreşa xelkê welatê xwe bû.
Newaf Faris di dijkiryarekê de li hember komkujiyên hovane ên bi gotina wî ji aliyê cinayetkarên rejîma Esed ve ragihandiye ku tevlî şoreşa xelkê dibe û ji rejîma Beşar Esed veqetiya.

Navbirî gotiye ku êdî wî hêviyek bi reforman di Sûriyê de nemaye.
Herweha Faris got: Ez daxwaz ji gişt endamên Partyiya Beis dikim ku ji rejîmê veqetin, çimku rejîm weke alavekê ji bo tepeseriya xelkê jin wan mifahê distîne.
Navbirî li devera Dêrezorê nav û dengek zaf heye û ji mesebê Sûnnî ye, berê Parêzgarê çendîn parêzgehên Sûriyê bûye, û sala 2008’an piştî 30 salan weke yekemîn Balyozê Sûriyê bo Bexdayê hat şandin.

23’mîn Salvegera Terora Dr. Qasimlo