Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan di bin siya agir de/ Şewitîna jîngeha kurdistanê berdewam e

22:27 - 24 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Di çend rojên borî de daristan û zozanên Abdalan li parêzgeha Îlam, Sewlawa û çiyayên Şaho di nav agir de şewitîn.

Li gor rapora kurdistanmedia, di çend rojên derbasbûyî de pişkek ji daristanên Abdalan li parêzgeha Îlamê bi bê sesdemên diyarkirî, di nav agir de şewitîn.

Li gor raporê, seba agirberbûndaristanan, 3 hiktar ji daristanên Abdalanê di nav agir de şewitîn.

Herwiha daristanên gundê Tiflî a ser bi bajarê Sewlawa roja Şemî 23’ê Tebax2014’an, di nav agir de şewitîn.

Di wê pêywendiyê de pişkek li çiyayên Şaho nêzîk bajarê Kamyaranê ji aliyê kes an kesanên nenaskirî ve û bi gotinên akinciyên wê deverê ji aliyê rêjîmê ve hatiye şewitand in.

Akinciyên gundên Elk û Serawkam li bajarê Kamyaranê bi alîkariya çalakên jîngehparêz û Encûmena jîngehparêzan, piştî 3 rojan agir vemirandin.

Heya niha tu zaniyariyek li rêjeya şewata wan daristanan bo nûçegihanan eşkere nebûye.