Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan û Kurd a Dr. Qasimlo bi Kurmanciya Jorîn li bakûrê Kurdistanê çap û belav bû

18:32 - 2 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Pirtûka “Kurdistan û Kurd”a Dr. Ebdulrehman Qasimlo ku bi çendîn zimanan hatiye wergerandinê, vê dawiyê jî ji aliyê rojnamevan Selîm Zencîrî ve bo ser zimanê Kurdî (kurmancî) û pîtên latînî hate wergerandin û çap û belav kirin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, yekemîn çapa vê pitrûkê di sala 1964’an de bi zimanê Çikî bûye ku lêkolînek siyasî, aborî û civakî a dewlemend e li ser civaka Kurdistanê. Pirtûka han weke çavkaniyek girîng û bibandor, rolek mezin li nasandina Kurdistan û civaka wê bi cîhanê re lîst û ji ber girîngî û demlemendbûna wê bi çendîn zimanên din weke: Îngilîsî, Silovakî, Tirkî, Farsî, Erebî û Kurdî bi her du zaraweyên Kurmancî û Soranî hatiye wergerandin û çap û belavkirin.

11290.jpg
Selîm Zencîrî


Pirtûka han li çapxaneya ‘’DENG’’, li bajarê Diyarbekira bakûrê Kurdistanê û li ser erk û zehmeta Dr. Taha Resûl û Navenda Rewşenbîrî a Cemal Irfan ve hatiye çap û belavkirin.

Wergêrê pirtûkê, rojnamevan Selîm Zencîrî di hevpeyvînekê de li gel malpera Kurdistanmdia’ê de got: Her çend ku mêjdem bû min dixwast pirtûka “Kurdistan û Kurd”ê wergerînim û li vê derheqê de xizmetekê bikim, lê ez hizirîm ku îsal, wate di 25’mîn salvegera teror kirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo de vî karî bikim, him wekî çalakiyekê bona şermezarkirina terorîzma Komara Îslamî a Îranê ku dîplomat terorîstên wê li ser maseya gotûbêjê Dr. Qasimlo û hevalên wî teror kirin. Him jî wekî qutabiyekî mekteba Dr. Qasimlo rêz ji wî rêberê azadîxwaz û cangoriyê gel bigrim û emegnasî û wefadariya xwe jî bi rêbaza wî nîşan bidim ku piştî 25 salan bi ser nemana wî de jî, hêj di rêbaza xwe de zîndî ye.

Rojnamevan Selîm Zencîrî di sala 1358’an a Rojî li bajarê Urmiyê ji dayîk bûye û çend sal in ku di medya û ragihandinan bi taybetî li ya PDKÎ de kar dike. Ew bo midehê çend salan jî berpirs û sernivîskarê Rojnameya Agirî bûye û rolek mezin di wê rojnameyê de lîstiye. Herweha amadekar û pêşkêşvanê bernameyên siyasî ye li Tîshk Tv de.