Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistana Rojhelatê / Çalakiyên teblîxî ên endamên PDKÎ bi hinceta 17’ê Îlonê dirêje heye

21:45 - 16 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di Kurdistana Rojhelatê de, bi bilav kirina pûster û wêneyên taybet û herwiha nivîsîna silgon, salvegera şehîdbûna Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî bi bîr anîn.

Li gor rapora Kurdisdtanmedia, rêvîngên rêbaza Qazî, Qasimlo û Şerefkendî û Demokratê di piraniya bajar û gundên Kurdistana Rojhelatê de bi hinceta protesto kirina terorîzma dewletî a rejîma Îslamî ya Îranê û bilind nirxandina salvegera şehîdbûna Dr. Şerefkendî û hevalên wî, çalakiyên teblîxî bi rêve birin.

Seqiz

Endamên PDKÎ li bajarê Seqizê û derdora wî, di şeva Duşemî 15’ê Îlona 2014’an de, çalakiyên tebkîxî bi bilav kirina tirakt û pûsterên taybet, şehîdên Mîkonûsên bi bîr anîn.

Evîndarên rêbaza demokar li kolan û taxên şehreka Mokriyan, Hemamava korê, gimtika Şafêyî, Rûdekî, Hacîava, 32 mêtrî, şehreka Cîhad, Kuştargah û Neşmînal çalakiyên teblîxî bi rêve birin.

Mihabad

Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Mihabadê û kolanên wî, şeva Şemî 13’ê Îlona 2014’an, bi bilavkirina tirakt û pûsterên taybet Dr. Şerefkendî û hevalên wî bi bîr anîn.

Goroka jêrê, parka Mikayîl, kolanên Ferhengiyan, Azadigan, Mokriyan, Mehmûdekan, bazara Esxerî, şehreka Beharistan, qimtika Qazî, şeqama zanîngeha Azad, Fecra jêrê, gimtika Huma, Sarim Beg, çendîn kolan, tax û cihên din ên bajarê Mihabadê ji aliyê evîndarên rêvînga demokratê çalakî bi rêve birin.

Bokan

Rêvîngên rêbaza şehîdan û evîndarên rêbaza demokrat bo cara çendemîn bi birêve birina çalakiyên berfireh ên teblîxî, bi bilavkirina tirakt, pûsterên taybet bi 17’ê Îlonê, terorîzma dewletî a rejîma Îranê protestokirin.

Roja Duşemî 15’ê Îlona 2014’an, endamên PDKÎ li gund û derdora bajarê Bokanê şehîdên Mîjonûsê bi bîr anîn.

Riya Miyandab, bo Bokanê, derdora zanîngeha Êlmî, der pira Koste, seyrangeha Kêwereş, gundên Naçît, Daşbend, Ebasava, girika koristanê, Tarava, Emîrava, Hemamiyan, Kilkeya Melaler û çendîn cihên din ên bajarê Boklanê çalakî hat kirin.

Kirmanşan

Endam û alîgirên PDKÎ û dirêjderên riya şehîdên Kurdistanê li bajarê Kirmanşanê çalakiyên teblîxî bi rêve birin û salvegera şehîdbûna Dr. Şerefkendî û hevalên wî bi bîr anîn.

Teqewsan, Dewletava, Cewanşêr, Dere dirêj, karaca giştî, derdora mûxabiratê, ew cihên ku li bajarê Kirmanşanê çalakî tê de hatin kirin.

Serpêla Zehaw
Li bajarê Serpêla Zehaw a ser bi parêzgeha Kirmanşanê, di roja Duşemî 15’ê Îlona 2014’an, li nîzî bûna 22’emîn salvegera şehîdkirina şehîd Şerefkendî û hevalên wî, ji aliyê endamên PDKÎ, çalakiyên berfireh ên teblîxî bi rêve çûn.

Mizgewta Camîe, Reşîd Hewas, Zeferan, Ferhengiyan, kela Davûd, Nawkel û Ebasî, navê wan cihaniyeye ku li bajarê Serpêla Zehaw çalakî hatine kirin.

Sine

Endamên PDKÎ li bajarê Sine bi birêve birina çalakiyên teblîxî şehîdên Mîkonûsê bi bîr anîn.

Hola Besîc, cadeya Seîd Qutb, bulwara Kurdistan, Nasir Xusrew, derdora başgaha Efseran, kolana Rêzan, çarriya Wekîl û Seferî, şeqama Seferî, şeqama Nemekî, Axezeman, Sîrûw û gimtina Beharistan, navê wan cihaneye ku li bajarê Sine çalakî hatine kirin.