kurdistanmedia: Piştî ku 7 kes li bajarokê zanîngeha Helebê di êrîşek hêzên rejîma Esed de hatin kuştin, Heleb duyemên bajarê mezin yê Sûriyê rabû ser pêyan.
Li gor ragihandinên haydar, şeva derbasbûyî 3’ê Gulana 2012’an, li gerrekên “Heyî El Meşhed”, “El Eşrefiyê”, “Hemdaniye”, “Mesakin Henano”, “Heleba Nû”, “Bistan û Qesra Selah El Dîn”, li dijî êrîşa hêzên rejîma Esed bo ser Zanîngeha Helebê rabûn ser pêyan.
Hêzên rejîma Sûriyê di êrîşek hovane de bo ser Zanîngeha Helebê 7 kes kuştibûn û bi dehan kes jî hatibûn girtin. Bi vê hincetê şeva derbasbûyî xelkê Helebê rabû ser xwe
Eva cara yekemîn e di yek sala derbasbûyî di pêvajoya bûyerên Sûriyê de xelkê bajarê Helebê bi vê pêla berfireh derdikevin ser şeqaman û li dijî rejîma Esed dimeşin.