Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kuştina dîplomatek rejîma Îranê li Sûriyê

22:03 - 1 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Dijberên rejîma Beşar Esed ragihandin, dîplomatkarek rejîma Îranê li Sûriyê hatiye kuştin. Nûçeyê han ji aliyê Balyozê rejêma Îranê li Sûriyê hatiye redkirin.


Nasname û çawaniya kuştina wî dîplomatê rejîma Îranê belav nebûye.
Dijberê rejîma Sûriyê bi caran piştevaniya rejîma Îranê ji Beşar Esed mehkûm kirine.
Hevdem bi destpêka êrîşa “Borkana Şamê”, Erteşa Eaza a Sûriyê ragihandibû ku endamên Sipaha Pasdaran, Hizbullaya Lubnanê û girûpên terorîstî ên Felestînî, ku ji aliyê rejîma Sûriyê ve tên piştevanîkirin, bûne armanca wan.
Berê jî dijberên rejîma Sûriyê çendîn Îranî ên endamên Sipaha Pasdaran a rejîmê li Sûriyê destbiser kiribûn.
Berbi 67’mîn salvegerî damezirandina PDK Îranê