Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kuştinên bi goman a Kurdan didome/ Evcar cotkarek li Şahînkelê kuştin

16:01 - 1 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Cotyarekî Kurd yê gundê Ebilava ser bi bajarê Sayînqele, bi awayekî gomanber hat kuştin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, Rehman Cîvîdî, temen 30 sal, 3’emîn welatiyê Kurd e ku di heyamê 5 rojên borî de, bi sedemeke ne zelal, ji aliyê kes an kesên nas nekirî ve hat kuştin.

Rehma Cîvîdî, roja Yekşemî 28’ê Îlona 2014’an, demjmêr 12’ e, di nava baxçeyekî de, termî wî li ser kaniyeke avê hat peyda kirin.

Heya niha tu agahiyek ji sedemên kuştin an kujerên wî Kurdî, bi malpera Kurdeistanmedia re nehatiye eşkere kirin.

Her di wê rojê de hevwelatiyekî Kurd, xelkê gundê Nêçela yê navçeya Biradosta ser bi bajarê Urmiyê, ji aliyê kes an kesên nas nekirê ve jiyana xwe winda kir.

Herwisa Îbrahîm Mecîdî akinciyê gundê Asawle ser bi bajarê Kamyaranê, roja Pênşemî 25’ê Îlona 2014’an, di kepir a baxçeyê xwe de, ji aliyê kes an kesên nas nekirî ve jiyana xwe ji dest da.

Li gor raporên hatinî bilav kirin, di heyamê 5 rojan de 3’ hemwelatiyên Kurd bi awayekî gomanber ji aliyê kes an kesên nas nekirî ve jiyana xwe winada kirin e ku tu zaniyariyek ji sedemên qewimîna wan bûyerên kuştinê, bi dest neketine.
Herwiha xemsariya hêzên rejîma Îslamî a Îranê û bê bayex bûna ev bûyerên han cem rejîma Îslamiya Îranê, dilgiraniya welatiyên Kurd bi pey xwe hiştiye.