Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kuştiyên erdheja Azerbaycanê 1040 kes in ku rejîmê 300 kes ragihandine

14:20 - 15 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Raporek ji aliyê “Meha Sor” ve eşkere bûye ku kuştiyên erdheja Îranê 1040 kes in, lê rejîma Îranê ragihandiye ku tu navend û kesekê mafê belavkirina tu amarekê li ser goriyên wê erdhejê ninin.


Li gor nûçeyê gihgêîştî malpera Kurdistanamedia, berpirsek “Mehar Sor” li Azerbaycana Îranê ku navê xwe eşkere nekiriye bi Encumena Sinfî a Mamostayên Kurdistanê li Sinê ragihandiye ku heya niha amara kuştiyên erdheja Azerbaycanê 1040 kes in, lê berpirsên ewlekariyên û navendên hewarhatine ên rejîma Îranê givaş xistine ser Meha Sor ku nabe tu amarek din belav bibe.
Wî berpirsê “Meha Sor” ragihandiye ku armanca rejîmê ji kimnîşandana goriyên erdhejê eva ye ku devera Azerbaycanê hêmin nîşandan bide, heya xelik ji amara rastîn haydar nebin û li hember xemsariya rejîmê li derheq karesata han de dest bi meşên nerazîbûnê nekin.
Pîroz be 67’mîn salvegera damezirandina PDK Îranê