Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Leon Panêta: Şerê li Helebê bizmara dawî ye li tabota rejîma Esd dikeve

15:11 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Leon Panêta, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka di destpêka sefera 5 rojî a xwe bo Rojhilata Navîn got ku şerr û pevçûnên giran li Helebê dibe seba dawîhatina hikûmeta Beşar Esed di Sûriyê de.


Şerrên giran li Helebê didomin û rejîma Esed ragihandiye ku pirraniya deverên Helebê di konetrola Erteşa rejîmê de ne û îdia kiriye ku çend rojên din hêminî bo bajar vedigere, lê Erteşa Azad a Sûriyê dibêje, di dirêjahiya roja Yekşemî şerr û pevçûn li Helebê berdewam bûne.
Saziya “NY” ragihand ku di dema destpêka şerrên giran ên Helebê, di du rojhên derbasbûyî de 200 hezar kes ji xelkê wî bajarî reviyane û malên xwe bicih hiştine.
Ji aliyek din ve jî “Walrî Îmos” Cihgirê Sekreterê Giştî yê Saziya Netewên Yekbûyî di kar û barên mirovheziyê de ragihand: Di du rojên derbasbûyî de 200 hezar kes li wî bajarî de reviyane, lê rohn nine ku çend kes ji xelkê wî bajarî niha bendewar in û riya revînê di bajar de ninin.
Îmos got: Kesên ku bajar bicih hiştine, di qutabxane û cihên giştî ên derdor de cihgîr bûne, û wan hewcehî bi madeyên xurekî û saxlemiyê û herweha hewcehiyên din ên jiyanê hene.
Navbiriyê herweha di warê bikaranîna sîlahên giran ji aliyê rejîma Esed ve nigeraniya xwe nîşan da.
Leon Panêta jî ragihandiye ku yek ji tewerên basên wî di sefera Rojhilata Navîn de pirsa sîlahên kimyayî ên Sûriyê ye.