Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêpirsiyarê Giştî yê PDKÎ bi hilkefta cejna Remezana pîroz peyamek belav kir

18:26 - 1 Gulan 2022

Lêpirsiyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê “Mistefa Hicrî”, bi hilkefta cejan pîroz a Remezanê, peyamek rû li xelkê bawermend ên Kurd belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Cejna we pîroz be

Hatina cejna Remezanê li hemû bawermendan û nemaze bawermendên Kurd pîroz be; Li vê rewşa aloz a siyasiya navçeyê û di krîzên kûr ên Îranê de ku rejîma hakim sebebkar û pêkhênerê wan e, em hêvîxwaz in ku cejna Remezanê bibe sedema xêr û xweşî bo xelkê, çimkî ev rejîma sitemkar ti sedemek bo xweşî û kêfxweşiya xelkê nehêştiye.

Cardin cejna we pîroz be û jiyana we pir be ji hêviyên bi dawîhatina rojên tengayî.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsiyarê Giştî

Mistefa Hicrî