Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka hemû alîkariyên Çînê bo bernameya mûşekiya rêjêma Îranê çavdêrî dikex

17:31 - 18 Kanûna pêşîn 2025

Pêka raporeke “Defence Network” Amerîka hewlên Çînê bo alîkarîdan bi rêjîma Îranê li nûjenkirin a şiyana mûşekên balistîkî, bi hûrî xistiye jêr çavdêriyê û rojane data û zanyariyên bidestxistî dide Îsraîlê.

Pêka vê raporê, Çîn bi cihê şandina rasterast a mûşekan bo rêjîma Îranê, bi awayekî sînordar alavên serbazî, madên pîşeyî û alavên ku bi du armancên serbazî û medenî jî têne bikaranîn, bo rêjîma Îranê dişîne.

Karnasên vê navenda lêkolînê ragihandine ku Çîn bi 3 şêwaz û rêyên bingehîn, vê alîkariyê dide rêjîma Îranê ku yekem şêwe, şandina madên kîmiyayî û alavên pêşçêkirî ne û rêya 2ê şandina alavên ku hem li warê serbazî û hem li warê medenî de têne bikaranîn bo rêjîmê dişîne û rêya 3ê, veguhastina sînordar a alavên serbazî û berevanîkirinê ye.

Dewleta Çîn bo xwederbaskirin ji dorpêçên Amerîka û herwisa perdepoşkirina wan alîkariyan, bi wan 3 rêyan ve alîkariyê dide rêjîma Îranê.

Rêjîma Îranê bi wî awayî, şewat û alavên hewce bo liserhevkirina mûşekan û herwisa veguhastina sînordar a wan alavan ji Çîn bo Îranê, li hewla geşedan û nûjenkirin a bernameya mûşekên balistîkî de ye.