Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hewla jîngehparêziya Zagrosane li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve çon

12:05 - 20 Kanûna pêşîn 2025

Li bajarê Banê li bintara çiyayê Arbaba, li bajarê Sinê li bintara çiyayê Awiyer û bilindahiyên bajarê Seqizê de bi beşdariya 100an kes ji hogirên jîngeha Kurdistanê û jîngehparêzan, şêneyên daran hatine çandin û rêûresmên taybet bi rê ve çon.

Pêka raporên belavbûyî, li roja 26ê Sermawezê ew çalakiyên jîngehparêzî hatine lidar xistin û jîngehparêzan tevî lidarxistina vê çalakiya jîngehparêzî, li ser kar û giringiya jîngeha Kurdistanê axivîn.

li wan çalakiyên jîngehparêziyê de helbest û sirûdên Kurdî yên wek “Tu bihêzî Namirî” hatine strandin û peyamên taybet bo parastina jîngeha Kurdistanê, hatine pêşkêşkirin.

Xelkê Kurdistanê girîngîdan bi jîngehê wek arkek niştimanî dibîne û bo parastina jîngeha Kurdistanê hemû hewla xwe dide û heta niha 10an kes ji jîngehparêzên Kurdistanê li vê rêyê de şehîd an birîndar bûne.