Roja Sêşemî 16ê Kanûna Pêşîn, Şandeke Yekîtiya Netewiya Dêmokrat a Kurdistanê(Başûr) bi serperestiya rêzdar “Xefûr Mexmûrî” Sekreterê Giştî û şanda digel, serdana Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê kir û ji aliyê şanda Hizba Dêmokrat ve bi serperestiya rêzdar Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ve pêşewazî li wan hate kirin.
Li vê hevdîtinê de pirs û mijarên pêwendîdar bi deverê hatine berbas û her du aliyan tekezî bi ser vekheviya li nav mala Kurd kirin û bi hizra wan li vê rewşa hestiyar de aliyên Kurd bi dûrbînî û bernameyên yekgirtî û hevalî digel sîstema navnetewî, dikarin daxwaziyên gelê Kurd bigihînin encamê.
Li bedewamiya vê serdanê de her du aliyan tekezî li ser qahîmtirkirina pêwendiyên wan 2 hizban kirine.