Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresmeke bi şan li roja Ala û Pêşmergê Kurdistanê de bi rê ve ço

11:50 - 20 Kanûna pêşîn 2025

Roja Pêncşemî, 19ê Kanûna Pêşîn, rêûresmeke bi şan bi hilkefta 26ê Sermawezê, Roja Pêşmerge û Ala Kurdistanê ji aliyê Stada Fermandehî ya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û bi beşdariya hejmarek ji endamên rêberî, kadr û pêşmerge û malbatên Hizba Dêmokrat, bi rê ve ço.

Rêûresm bi xêrhatinkirina beşdarbûyan ji aliyê “Roca Şemsedînî”, pêşkêşkara rêûresmê, dest pêkir.

Piştre Rêzdar “Mistefa Mewlûdî”, Cihgirê Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 26ê Sermawezê, Roja Pêşmerge û Ala Kurdistanê gotarek pêşkêş kir.

Rêzdar “Mistefa Mewlûdî”, li axaftinên xwe de bas ji roja Ala û Pêşmerge û 80 sal tekoşîna Hizba Dêmokrat bi taybet li 4 salên derbasbûyî û piştî yekgirtina Dêmokratan kir û îşare bi hevdembûna vê yekgirtinê digel destpêkirina şoreşa Jînayê kir.

Navbirî li axaftinên xwe de bas ji pêwendiya Hizba Dêmokrat û xelkê Kurdistanê kir û ragihgand ku ev pêywendiya bi qasek kûr e ku rêjîma Îranê bi dirêjahiya temenê xwe hewla jinavbirina vê daye, lê berwajî niha her bi xwe li nav xelkê de ti rewatiyek nîne û pêwendiya xelk û rêjîmê li lawaziyek tevav de ye.

Rêzdar “Mistefa Mewlûdî” li beşeke din a axaftinên xwe de bas ji şêwaza reftara rêjîmê li deverê berî 7ê Octoberê kir û bal kêşande ser vê yekê ku piştî 7ê Octoberê, naveroka rêjîma Îranê bi tevavî bo hemû cîhanê eşkere bû û hate xuya ku ev rêjîmek nîne ku kes bacê bi vê bide û got: hatinepêşa rewş wiha, wa derfet çê kir ku em xwe bo roja girîng û mezin amade bikin.

“Mistefa Mewlûdî” li beşeke din a axaftinên xwe de îşare bi rola Hizba Dêmokrat li vê qonaxa hestiyar de kir û got ku erwşa niha ya deverê û Rojhilata Navîn, ve yekê dide selimandin ku dibe em xwe bo her cure egerek amade bikin û ev bi tenê gotina Hizba Dêmokrat nîne belku bûyer vê didin xuya û hemû fakterên ku bo nemana deshilata rêjîmekê hewc ne, niha li Îranê de hene.

Navbirî bas ji yekgirtina Hizbên Kurdistanî kir û işare bi vê yekê kir ku dema em bas ji yekgirtinê dikin, amranc ev nîne ku me hemûyan yek hizir û yek dîtingeh hebe, hebûna cudatiyan pirsgirêk nîne, belku dibe bo avakirine hêzek mezin bo xebat û tekoşîn û armancên xwe, pevre formûlek hevpar peyda bikin ku xelk li navxwe û li şeqaman vê yekê ji me dixwazin û bi keyfxweşiyê ve, hertim Hizba Dêmokrat bo avakirina wan xalên hevpar pêşeng bûye û rola erênî hebûye.

Li qonaxa piştre de sirûdek li jêr navê “Pêşmergey Kurdistan” ji aliyê rêzdar “Xulam Fatihî” û girûpa sirûd a Hêza Pêşmerge ve hate pêşkêşkirin.

Li qonaxa piştre de û wek resma hertim a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, Lewheya rêzgirtin ji xebat û tekoşîna wan hevrêyên ku 20 sal li refên Hizbê de xizmet bi gelê xwe kirine, ji aliyê rêzdar Kawe Behramî, berpirsê Navenda Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ve hatine pêşkêşkirin.

Ev hevrêyên ku lewheya 20 sal tekoşînê vergirtin ev in: “Seidî Mihemedî, Budax Budaxî, Arif Welezî, Refîq Mîrî, Ezîz Hacîrehîmî, Selah Deştî, Siyamend Şêxepûr, Mihemed Fetahî, Meryem Çûkelî, Erdelan Xusrewî û Enwer Bilkame”.

Li beşeke din a rêûresmê de sirûdek li jêr navê “Xakîpoş im” ji aliyê rêzdar “Rizgar Şerefkendî” û girûpa Sirûd a Hêza Pêşmerge ve pêşkêş bi amadebûyên rêûresmê û hemû xakîpoşên çepera xebatê hate kirin.

Li qonaxeke din a rêûresmê de ji aliyê rêzdar “Kerîm Ferxepûr”, Berpirsê Stada Fermandehiya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ve bo rêzgirtin ji hevkariya hunermendan “Xulam Fatihî û Rizgar Şerefkendî” lewheya rêzgirtinê pêşkêşî wan kirin.

dawî beşa rêûresmê jî bi dîlan û govenda kur û keçên girûpa dîlan a “Jîlemo” hate xemilandin û rêûresm bi govenda giştî ya Xakîpoşên Dêmokrat bi dawî hat.