Wezareta Xezînedariya Amerîkayê 29 gemiyên naskirî bi navgana sîber a veguhastina nefta Îranê xistine nav lîstê dorpêçan ku li veguhastina 100an milyon Dolar neft û berhemên neftî yên Îranê, rola bingehîn hebûne.
Pêka vê raporê dorpêçên nû toreke çendîn alî ji şirket û gemiyan kirine armanc ku ji aliyê “Hatem Seîd Ferîd Îbrahîm Seqer” ê tacirê Misrî ve tênê birêvebirin û li Îmarat, Hindistan, Dorgeyên Marşal û Panamayê de hatine tomarkirin.
Pêka rapora “OFAC” anku “Ofîsa Kontrola Darayiya Biyanî ya Wezareta Xezînedariya Amewrîkayê”, wan gemiyan neft, nefta reş û berhemên din ên neftî yên Îranê bi rêyên wek temirandina sîstema GPS, sextekirina belgeyên cihê barkirin û guherîna çendîncaran a alaya ser gemiyê, li lîstê dorpêçan de hatine tomarkirin.
Pêka zanyariyan, zêdetir ji 170 gemî bi sedemên pêwendîdar bi veguhastina nefta Îranê li serdema serkomariya nû ya “Donald Trump” de li lîstê dorpêçan hatine tomarkirin ku dahata hewce bo bernameya navkî, mûşekiyên rêjîmê herwisa bûdceya hewce bo milîsên ser bi rêjîma Îranê kiriye armanc.