Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Leyla Zana: Min ji Erdoxan re got ku pirsa Kurd di riya aşitiyê çareser dibe

22:29 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Leyla Zana, Perlemantara Kurd a Perlemana Turkiyê dibêje: Di hevdîtina li gel Erdoxan de min ew hişyar kir ku Kurdan mafê netewî yê xwe hene û pirsa han di riya aşitiyê de çareser dibe.
Leyla Zana roja Şemiyê li gel Receb Teyib Erdoxan Serokwezîrê Turkiyê hevdîtin pêkanî û îro di kongireyek rojnamevanî de got: “Min gotiye Erdoxan bi caran riyên tund û tûjî û ewlehî hatine ceribansdin, lê heya niha bê akam bûye”, herweha ew parlemantara Kurd li ser hewcehiya “berdewamiya got û bêjan û lihevkirin li ser aşitiya hertimî” pêdagirî kiriye.
Bi gotina Zana, wê di hevdîtina li gel Serokwezîrê Turkiyê, îzna waneyek dersî a Kurdî di Turkiyê de bi gavek erênî da zanîn, lê pêdagirî kir “di tu welatekê de tu kes bi pere zimanê xwe hîn nabe û ji bo perwerde bi zimanê dayîkî kes pere nade”.
Navbiriyê di hevdîtina han de bibîr anî ku “ji bo derbasbûn ji wê rewşa niha, gerek Turkiyê gavên mezintir û bi bandortir hilîne û nûnerên gişt tex û qatên civakê di vê bizavê de beşdar bin.”
Leyla Zana bi hewlên berdewam ên xwe di pêxema cihgîrkirina demokrasiyê di Turkiyê de û xwedî derkevtina gelê Kurd ji mafên xwe, 6 xelatên girîng ên cîhanî bidest xistine.
Leyla Zana di sala 1991’an de ku weke nûnerê bajarê Diyarbekirê bû Permelantar, di perlemana Turkiyê de li gel 6 Perlemantarên din ên Kurd bi zimanê Kurdî sûnda yasayî xwerin.
Di wî sedemî de axaftin bi zimanê Kurdî li Turkiyê qedexe bû.
Sûnda wan bi zimanê Kurdî aozî xist nava dewleta Turkiyê û Leyla Zana li gel 4 Perlemantarên din ên Kurd her yekî hukmê 15 sal heps bi ser de hat sepandin. Du Perlemantarên din li Turkiyê reviyan.
Piştî derbasbûna pêtirî 10 salan, sala 2004’an li jêr givaşa Yekîtiya Ewropayê de ew çar çalakên siyasî ên Kurd serbest hatin berdan.
Zana piştî derkevtin ji hepsê, di dawîn hilbijartinên Perlemana Turkiyê ên sala 2011’an de bû nûnerê bajarê Diyarbekirê û bo duyem car derbasî Perlemana Turkiyê bû.
Di wî heyamî de jî hewlên aşitîxwazane ên Leyla Zanayê ji bo çareseriya pirsa Kurd dewam dikin.
Zana heyamek berî niha gotibû ku ew ji bo çareseriya pirsa Kurd ji Erdoxan bêhêvî nine.
Gotinên ku rê li ber jihevcivîna Erdoxan û Leyla Zana vekir.
Partiya Dad û Geşepêdanê a desthilatdar di Turkiyê de, heya niha hin gav ji bo çareseriya pirsa Kurd di Turlkiyê de avêtine.
Zanayên pirsa Turkiyê tevî ku gavên han bi erênî didin zanîn, lê bi hewlên micit ji bo çareseriya pirsa Kurd di Turkiyê de weke pêwîst nabînin.
Partiya îslamî a desthilatdar di Turkiyê de berdewa di hewlên xwederbaskirin ji rewşa niha li dor pirsa Kurd di wî welatî de ye.