Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Urmiyê û Selmasê parazît xistine ser kanalên mahwaran

16:06 - 7 Şibat 2013

Kurdistanmedia: Çendîn roje bi berdewamî nawendên pêywendîdar a rejîma Îslamî a Îranê parazît xistne ser kanalên mahware yên beşek ji taxên bajarê Urmiyê û Salmasê.


Li gor nûçegehaniya malpera Kurdistanmedia, beşek ji akinciyên bajarê Urmiyê seba parazîtê li mêzekirina kanalên mahwarê bi taybet kanalên Kurdî bêpar in.
Her di vê pêywendiyê de li gor gotina şahidan, şeqamên “Merkez” , “Dr. Qasimlo” heta bolwara Înqilabê bi awayeke tund li jêr keşeke ewlehî de ye.
Hevwelatî li ser wê bawerê ne ku ev keşa ewlehiye pêywendî bi rê û resma 22’ê Rêbendanê (22’ê Behman) re heye.
Ji aliyek din hevwelatiyên bajar selmasê seba parazîtê nikarin pişkek ji kanalên Kurdî bibînin û heta bilavbûna vê nûçê ev rewşe dirêje heye.
Heyamek berî niha li bajarê Bokanê seba danana sîstemeke taybat bi parazîtê, piraniya hevwelatiyên vî bajarî ji dîtina kanalên esmanî bêpar bûn.
Akinciyên taxa “Mecbûrava” ya bajarê Bokanê bi malpera “Kurdistanmedia”ê ragehandibûn, ku piraniya akinciyên vê taxê ji dîtina kanalên esmanî bi taybet kanalên Kurdî bêpar in.