Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarên Merîwanû Riwanserê 5 hevwelatiyê Kurd hatin girtin

13:15 - 17 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia: hêzên Îttlata rejîma Îslamîa Îranê, 4 hevwelatiyên Kurd li bajarê Merîwan û hevwelatiyê din li bajarê Riwanserê destbiser kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpa:berwar 15 Çileya Paşîn a 2013’an, hêzên îttlatî ên rêjîma Îranê bi alikariya hêzên Întizamî ên Pasgeha gundê “Berde Reşe”a ser bi bajarê Merîwanê 4 wilatiyên Kurd ên gundê “Seyfa Jêrîn” destbiser kirin.

Hêzên hikûmetê paş çûna nav gund, êrişî ser mala hevwelatiykî Kurd bi navê “Fetah Pejûhî” dikin û wî kurê wî ê bi navê “Selah Pejûhî” û her wisa 2 kesên din li gundê “Sêyfa Serê” digirin.

Çavkaniyek haydar bi Ajansa Kurdpaê ragehan, hêzên ewlekarî û întizamî li çaxê girtina “Selah Pejûyî” de dest dane teqeya esmanî û bi wî karê xwestine xelkê bi tirsînin, lê ew yek bo sebabe ku di navbera xelk û wan hêzên de şer çêbe.
Çavkaniya han eşkere kir ku hêzên rejîmê dest bi ser tirombêla Fetah Pejûhîda girtine û heya gihîştivê nûçeyê nasnameya du kesên din û sedemê girtina wan nehatiye zanîn.
Li bajerê Riwanserê a li parêzgaha Kirmanşanê, hevwelatiyekî Kurd bi navê “Aram Behramî” kurê Mihemed Emîn û temen 25 salî û akinciyê bajarê Kirmanşanê ji aliyê hêzên Îttlata rejîma Îsamiya Îranê hat girtin.
Çavkaniya han eşkere kir ku heftiyek berî niha hêzên rejîmê rêjiyane nav mala Aram û serbarî destbiser kirinê, kelupelên şexsî weke kampiyotêr û kitêbên navhatî zewt kirine û jibo cihekî nadiyar hatiy veguhastin.