Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bûyerekî hat û çûnê de li devera Tikabê 25 kes bûne qurbanî

15:10 - 3 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Seba wergêrana tiromêlekî hat û çûnê li devera Tikabê 6 hevwelatiyên Kurd jiyana xwe ji dest dan û pitir ji 20 kesan jî hatin birîndar kirin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja înê 2’ê Tebaxa 2013’an, tirombêlekî hat û çû ku hejmarekî zaf musafir swar kiribûn li nîzîk rêya Eqderê helkevtî li derdora kangaya zêr a Tikabê wergêra û li encam de 6 welatiyên Kurd ku 3 ji wan jin bûn, mirin.
Mihemed Îclalî, Mehbûbe, Perwane Rizayî, Peşmîn Îbrahîmî, Ebdulkerîm Remezanî û Miemed Enoşe navê 6 kesên ku canê xwe ji dest dane.
Her seba vê bûyerê pitir ji 20 kesan birîndar bûn û 10 kes ji wan seba nebaşiya tendirostiya wan bo nexweşxana Mihabad û Urmiyê hatin rêkirin.
Bi gotina şahîdan, hemwelatiyên vê deverê çendîn caran pêwendî bi polîsê 110 û firyaguzarî a 115 ve girtine, lê ewan piştî demeke zor serdana cihê bûyerê kirin e.