Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Gewerê Polîsan xortek Kurd kuştin

13:37 - 7 Hezîran 2012

Kurdistanemdia: Li Gewera Bakûrê Kurdistanê Polîsên Turkiyê êrîşî meşa xelkê kirin û xortek Kurd kuştin û yek jî birîndar kirin.
Li gorî hatî ragihandin, duh berwar 6’ê Hezîrana 2012’an, li dema meşa xelkê a ji bo rê û resma rakirina cenazeyê Endamek Partiya Kedkarên Kuridstanê de, Polîsan êrîşî xelkê kirin û bi ava şidyayî û bombeyên gazê û guleyan hewla jihev belavkirina xelkê dan ku di encam de du xortên Kurd bi giranî birîndar bûn û yek ji wan bi nave “Ozgur Taşar” ku gulleyek ji pişta wî ketibû, canê xwe ji dest da.
Her di wê êrîşê de xortek din bi nave “Veysî Yildirimê” jî bi guleyekê ji pişta xwe hat birîndarkirin û niha di Nexweşxaneya Dewletî a Colemêrgê de ye.
Polîsên Turkiyê di encama her meş û civînekê Kurdan de hovane êrîşî wan dikin û ji destrêja rasterast bi çekên cur bi cur xwe ji kuştina Kurdan naparêzin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê