Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li gundek Merîwanê ala Kurdistanê hat hildan

15:11 - 13 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Bi boneya 67’mîn salvegera avabûna PDK Îranê, ala Kurdistanê li çiyayê pişt gundê “Nê” ê ser bi bajarê Merîwanê hat hildan.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Klurdistanmedia, şeva 12 li ser 13’a Tebaxa 2012’an, li çiyayê pişt gundê “Nê” ê ser bi bajarê Merîwanê, alayek mezin a Kurdistanê bi boneya 67’mîn salvegera avabûna PDK Îranê hat hildan û heya piştî rojekê ew ala her hildayî mabûn.
Her li wî gundê di çend rojên derbasbûyî de, çalakiyên teblîxatî ên xebatkarên demokrat hatibûn lidarxistin.

Pîroz be 67’mîn salvegera damezirandina PDK Îranê